Trump dê pêşkeşkarê Fox Newsê bike Wezîrê Parastinê
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump pêşkeşkarê Fox Newsê Pete Hegseth wekî Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê hilbijart.
Donald Trump li ser nîşankirina Pete Hegseth ragihand:
“Pete merivekî hişk û jîr e, bi rastî bawer dike ku siyaseta Amerîkayê yekem e.
Bi Pete re, dijminên Amerîkayê dê hişyar bin, artêşa me dê dîsa pir baş be û Amerîka dê ti carî bi paş de neçe.”
Gelek giliyên Pete Hegseth li artêş û awayê xebata wê hene.
Pete Hegseth li ser kanala xwe ya podcastan gotibû:
“Di artêşê de hevoka herî ehmeqî ya li ser rûyê erdê cihêrengiya artêşa me ye.”
Di heman podcastê de, Pete Hegseth da zanîn ku çalakiya wî ya yekem a wekî Wezîrê Parastinê dê ji kar dûrxistina efserê payebilind ê artêşê Jane Brown be ku wî bi çêkirina “cihêkariyê” di artêşê de tawanbar dike.
Heger wekî wezîr ji aliyê Meclisa Nûneran û Senatoyê ve were pejirandin, wekî Pete Hegseth bi xwe jî dibêje karê wî yê yekem dê bicihkirina sozên hilbijartinan ên Trump be ku “jikardûrxistina generalên” ku wî bi siyasetên leşkerî yên çewt tawanbar dikin.
Piştî ku Trump Pete Hegseth wekî Wezîrê Parastinê destnîşan kir, Demokratan ew biryar rexne kir û Komariyan jî, çiraya kesk vêxist.
Serokê Meclisa Nûneran Mike Johnson got:
“Pete Hegseth tiştên nû dike û qadên ku hewcedariya wan bi reformê heye dê reforman bike.”
Demokrat dibêjin Pete Hegseth bêkêmasî ye û di siyaseta navneteweyî de xwedî ezmûn e.
Adam Smithê Demokrat û Endamê Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Meclisa Nûneran anî ziman:
“Karê wezîriya parastinê divê ne wekî destpêk be. Rast e ku xizmeta wî ya leşkerî heye lê ew kar pêwîstî bi pisporiyeke zêdetir dike.”
Pete Hegseth wekî parêzvanê Îsraîl tê zanîn û bi berdewamî li dijî çareseriya du dewletî (Îsraîl û Filistîn) derdikeve.
Tê zanîn ku Pete Hegseth çend caran rexne li NATOyê girtiye û gotiye ku “nikare sînorekê ji Çînê re dayîne”.