Wezîrê Enerjiyê yê Ozbekistanê: COP29 dê guherînan bi xwe re bîne

13-11-2024
RÛDAW
Jurabek Mirzamahmudov / Wêne: Rûdaw
Jurabek Mirzamahmudov / Wêne: Rûdaw
Nîşan Jurabek Mirzamahmudov COP29 Wezîrê Enerjiyê yê Ozbekistanê
A+ A-

Baku (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Ozbekistanê Jurabek Mirzamahmudov diyar kir ku dê COP 29 hinek guherînan bi xwe re bîne.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuyê tê lidarxistin.

COP29ê 12ê mehê (doh) dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Wezîrê Enerjiyê yê Ozbekistanê Jurabek Mirzamahmudov li Bakuyê pirsên Rûdawê bersivandin.

Jurabek Mirzamahmudov amaje pê kir ku COP29 ji bo bicihanîna peymanan girîng e û divê tiştên ku tên gotin bên kirin.

Pirsa Rûdawê û bersiva Jurabek Mirzamahmudov bi vî rengî ne:

Rûdaw: Tu vê konferansê çawa dinirxînî? Bi ya te dê piştî vê konfernasê ti guherîn çêbibin?

Jurabek Mirzamahmudov: Helbet, wekî heval û hevkarên min jî qal kir pêdiviya me bi kirinê heye.

Eger hemû tiştên ku hatine gotin bên kirin û bi cih werin em dê bi ser bikevin. Ev (COP29) ji bo pevguherîna bîr û rayan û bicihanîna biryar û peymanan derfeteke mezin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst