Li Ewropayê tawanên li dijî Cihûyan zêde bûne: Bi hezaran kesan xwepêşandan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatên Yekîtiya Ewropayê piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê tawanên li dijî Cihûyan zêde bûne.

Li paytexta Fransayê Parîsê bi hezaran kesan li dijî vê yekê xwepêşandan kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Ew li dijî êrişên vê dawiyê yên li ser Cihûyên Fransayê daketine ser cadeyan û ji hikûmet dixwazin ku wan rawestîne.

Serokê berê yê Fransayê François Hollande got:

“Ez zêde alaya Fransayê di nav xwepêşanderan de dibînim lê ew ne ku ala me dike yek, bihayên demokrasî û mirovî me dikin yek.

Lewma êrişên li dijî Cihûyan, êrişên li ser ala û komara me ne.”

138 kes ji ber êrişên li dijî Cihûyan hatin girtin

Li gorî desthilatdarên Fransayê, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve zêdetirî hezar tawan û binpêkariyên li dijî Cihûyan li Fransayê hatine tomarkirin.

Li Brîtanyayê jî polîs dibêje, ji dema destpêkirina şerê Îsraîl û grûpên çekdar ên Xezeyê ve, hezar û 338 êriş li dijî Cihûyan hatine tomarkirin.

Herwiha li Amerîkayê jî ji wê demê ve 312 êriş li dijî Cihûyan hatine tomarkirin.

Li Almanyayê jî nêzîkî du hezar tawan li dijî Cihûyan hatine tomarkirin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz anî ziman:

“Her awayekî binpêkariyên li dijî Cihûyan, civaka me jehrî dike.

Niha xwepêşandan û kombûna Misilmanan heye, em kiryareke li dijî Cihûyan efû nakin.”

Piştî Îsraîl û Amerîkayê, li Fransayî hejmareke zêde ya Cihûyan dijîn ku hejmara wan nêzîkî 500 hezar kesî ye.

Li Fransayê ji 7ê Çiriya Pêşîna borî ve 138 kes ji ber êrişên li dijî Cihûyan hatin girtin.