Ukraynî bi birrîna daran xwe ji zivistanê re amade dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê xelkê Ukraynayê ji elektrîk, gaz û petrolê bêpar mane. Welatiyên Ukraynayê bi hatina demsala zivistanê re dest bi birîna daran kirine. Welatî dibêjin ku ji bilî vê yek tu çare di dest wan de nêne.

Li gorî Ajansa Daristanên Ukraynayê, ji bo ku zivistanê pê derbasbikin, pêwîstiya wan bi birîna 7 milyon metre çargoşe daristanan heye, ku tenê ji herêma Donetsk 700 hezar metre çargoşe digre nav xwe.

Valeriy yê 36 salî, niştecîyekî bajarê Siversk e li bakurê herêma Donetska Ukrayna. Bi birreka di destê xwe de, daran dibire û xwe ji bo zivistaneke dijwar amade dike.

Piştî ku jin û zarokên wî ji ber şer ev navçe bicî hiştin, ew ji bo çavdêriyê li dayîka xwe ya bi temen bike li vir maye.

Nişteciyê Siversk Valeriy got "Çareyeke me ya din nîne. Em dara biqasî ji mere pêwîste dibirrin. Darên me li vir pirin. Dibê ku zivistanê têra me bikin."

Bajar di destê artêşa Ukrayna de ye û yek ji xala pevçûnên di navbera artêşa Rûsya û Ukrayna de ye.

Ji 12 hezar nîşteciyên wê, kêmtirî 100 kes tê de mane. Ewên ku mane, ji petrol, gaz û elektirîkê bê parin. Jiber wê neçarin bo xwe germkirinê û çêkirina xarinê daran bişewitînin.

Alla ya temen 68 salî pizîşka xanenişîne. Li gel dengê topan, bi rûxweşî behsa rewşa jîyana xwe dike.

Nişteciya Siversk Alla dibêje "Nabê em fêrî hemû teqekirinan bibin. Lê êdî em li vir man û em hewil didin fêr bibin. Tişta xirap ewe ku xetên telefonê û înternetê kar nakin û em nikarin bi kesekî re pêwendî bigrin."

Payîzê daran pelên xwe weşandine; xelkê jî çiqilê daran birîne. Bi Bivirê di destê xwe de, dara ji bo çêkirina xwarinê amade dike. Ew dibêjin, berê hikûmetê saz da me ku dar û sûtemeniyê ji mere dabîn bike.

Nişteciya Siversk Viktorya anî ziman "Ez li vê derê dijîm û navê me xistine lîsteya wergirtina daran de. Berî sê mehan navê me nivîsîn. Hîn jî tiştek negihiştiye destê me. Bo wê em neçarin bi xwe ji xwe re dara amade bikîn."

Rûberê giştî yê Ukraynayê 60 milyon hektar e û 9 milyon û 705 hektar daristane.

Li gorî Ajansa Daristanên Ukraynayê, bo vê zivistanê pê derbasbikin, pêwîstiya wan bi birîna 7 milyon metre çargoşe daristanan heye, ku tenê ji herêma Donetsk 700 hezar metre çargoşe digre nav xwe.