Fransa mafê penaberiyê dide 100 jinên Kurdên Êzidî

13-11-2018
RÛDAW
Nîşan Fransa Emmanuel Macron Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fransayê ragihand, ku 2 milyon euro dide fona jinûve avakirina Şingalê ku çalakvana xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiye Murad daye destpêkirin û herwiha mafê penaberiyê jî dide 100 jinên Kurdên Êzidî.

 

Fransa wek hevkarî 2 milyon euro dide fona jinûve avakirina Şingalê ku çalakvana xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadiye Murad daye destpêkirin û mafê penaberiyê jî dide 100 jinên Kurd ên Êzidî.

 

Koşka Elysee ya Serokomariya Fransayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di çarçoveya Foruma Aştiyê ya Parîsê de fona jinûve avakirina devera Şingalê jî ketiye rojevê.

 

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron biryar daye ku 2 milyon euro bide fona ku ji aliyê Nadiye Murad ve hatiye damezrandin.

 

Li gor daxuyaniyê, Macron ferman daye Wezareta Derve ya Fransayê ku hevkariya Nadiye Murad û tîma wê bê kirin û projeyên herî li pêş bên destnîşankirin bo vegera Kurdên Êzidî ku koçber bûne.

 

Koşka Elyseeyê herwiha banga wê yekê jî kiriye, ku aliyên din jî bibin hevkarê vê fonê.

 

Fransayê tekez kiriye ku dê li ser hevkarîkirina kêmîneyên etnîkî û olî yên Rojhilata Navîn berdewam be û dê heta dawiya 2019ê bi giştî mafê penaberiyê bide 100 jinên Kurdên Êzidî ku mexdûrê DAIŞê ne.

 

Li gorî daxuyaniyê, di çaçroveya vê alîkariyê de, heta sersala nû ya zayînî Fransa dê 20 jinên Kurdên Êzidî werbigire û mafê penaberiyê bide wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst