Serokê mezintirîn mafya Rûsya, kurdekî “welatparêz” e!

Xoşewî Mihemed

Rûsya (Rûdaw) - Şekro Keleşov, navekî naskirî ye di nav mafya Rûsî bi taybetî û mafya navneteweyî bi giştî de. Lê kêm kes dizanin ku ev 8 sal bû Şekro ku Kurdekî Êzîdî ye, di girtîgeheke Spanyayê de bû. Keleşov, ku hin kes dibêjin “bavê mafya navneteweyî” ye, dawiya meha borî hat azadkirin û vegeriya Rûsyayê.

 

Navê wî Zaxarî Keleşov e, lê wek Şekro tê naskirin. Kurdekî Êzîdî ye û ser bi çîna `pîr`ên Êzîdî ye ku yek e ji sê çînên ola Êzîdî. Di nav mafya Rûsî û navneteweyî de meqamekî Şekro yê berçav heye. Tê gotin piştî kuştina mezinê mafya yê Kurd Dêd Hesen di sala 2012 de, ew vêga tekane mafyayê bê rikaber e li cîhanê. Lewma gellek kes wî wek “bavê mafya navneteweyî” bi nav dikin.

 

Li gor rêzkirinê, mafya Rûsî yek ji bihêztirîn mafyayên cîhanê ye û di rêza yekê de tê.

 

Kurd û mafya

 

Balkêş e ku pirraniya mafyayên Kurd li Gurcistanê ku yek ji komarên Yekîtiya Sovyetê ya berê bû peyda bûne. Herdu mafyayên navdar Dêd Hesen û Şekro li taxên paytexta Gurcistanê Tiblîsê wek grûpên nihênî yên tawankariyê û wek bertekekê li hember sitemkarî û zordariya desthilatdarên wê çaxê peyda bûn. Mîna hemû mafyayên din, pirraniya endamên grûpa Dêd Hesen û Şekro jî ji xizm û kesên nêzîkî wan pêk dihatin. Karê wan ê sereke jî wek ku tê gotin, spîkirina dirav û bazirganiya narkotîkan bû. Niha Şekro navdartirîn kesayetiya mafyayî li cîhanê ye ku hêj zindî ye. Lewma jî ew fena bavê mafya cîhanî tê naskirin. Jiyana Şekro bi nihênî, bûyerên sosret û metirsîdar dagirtî ye. Wî pişkek zêde ya temenê xwe li ser van karan, di zindanan de xerc kiriye.

 

Şekro, rojekê beriya Newroza sala 1953 li şarê Tiblîs ê Gurcistanê di maleke Kurd a asayî de ji dayik bû. Ew jî mîna hemû Kurdên Gurcistanê, xortaniya xwe di nav zehmetiyan de derbas dike. Mîna her Kurdekî di heyama Sovyeta berê de, ew jî ji gellek mafên xwe hatiye bêparkirin, nemaze mafê kar û xwendinê. Lewra jî hin Kurdan berê xwe da karê mafyayî ku Şekro yek ji wan bû. 

 

Ji Gurcistanê ber bi Rûsyayê

 

Şekro di xortaniya xwe de bi keçeke Kurd re dizewice. Kesên ku wê keçê nas dikin dibêjin bandora reftar û tevgerên wê yên mafyayî li ser Şekro pirr mezin e. Beriya ku bibe jina Şekro, ew mamosteyeke jîr bû. Roleke wê jinê ya sereke di avabûna kesayetiya mafyayî ya Şekro de hebû. Keçeke Şekro ji wê jinikê heye.   

 

Kar û çalakiyên Şekro yên mafyayî sînorên Gurcistanê derbas dikin. Her ku diçe meqamê wî di nav mafya cîhanî de qewîntir dibe. Sala 1988, Şekro Gurcistanê li dû xwe dihêle û diçe şarê Nalçik ê paytexta Herêma Kabardey-Balkarya li Rûsyayê. Li wir demekê karê xwe didomîne û piştre diçe bajarê Vladimirsky û li wir jî bi eynî hawî tor û grûpan çêdike heta sala 1992 ku li paytexta Rûsyayê Moskow dihêwire.

 

Şekro ji jina xwe ya Kurd cihê dibe û jineke Rûsî tîne û vêga du keç û kurekî wî ji jina wî ya Rûsî hene.

 

Piştre li Moskow û bajarên Rûsyayê yên din û tew li welatên din jî çend grûpên mafyayê çêdike.  

 

Şekro vêga xwediyê sermiyanekî mezin e û çend kargeh û navendên bazirganî û karsazî yên qerase îdare dike, lê pişkek mezin a sermiyanê wî li Spanya û Gurcistanê hatiye desteserkirin.

 

Li Îmarat tê girtin

 

Piştî ku Şekro çend tawanên mafyayî li Rûsyayê bicih tîne, roj bi roj hejmara neyarên wî zêde dibe. Lewra di sala 2000 de, ji Rûsya bar dike û berê xwe dide Spanyayê. Li wir jî karê xwe berdewam dike.  

 

Polîsên Spanyayê zû hest bi metirsiya Şekro dikin û biryara girtina wî didin. Lê beriya ku bê girtin, ji Spanyayê derdikeve û vedigere Rûsyayê.

 

Polîsên Rûsya û Spanyayê û Interpol hewl didin wî bigirin, heta dawî li şarê Dubay yê Îmarat ji hêla polîsên wî welatî tê girtin û ew jî wî teslîmî Spanyayê dikin. Piştî dadgehkirin û zindankirina wî bo heşt salan, roja 29.10.2014 hat azadkirin.

 

Piştî azadkirina wî û vegera wî bo Moskow, peyamnêrê Rûdawê xwe ji cihê niştecîbûna Şekro nêzîk kir. Lê parêzerê Şekro, Davîd Yurivîç got ku em nikarin wî bibînin û Şekro nikare ji medyayê re bipeyve.

 

5 sal di zidaneke takekesî de

 

Davîd Yurivîç ku 4 salan li Spanya, Îmarat, Rûsya û Gurcistanê parêzerê Şekro bû; çend zanyarî li ser awayê girtin û dadgehkirina Şekro ji Rûdawê re eşkere kir.

 

Davîd Yurivîç got: “Di sala 2000 de, Şekro Rûsya li pey xwe hişt û ber bi Spanyayê çû. Li Rûsyayê jiyana wî di rîskê de bû û çend caran hewldana kuştina wî hat kirin. Şekro heta sala 2005 li Spanyayê ma û piştre vegeriya Rûsyayê. Di Gulana 2005 de serdana Îmaratê kir. Polîsên Interpol li ser doza dadgeha Spanyayê bi dû wî de bûn. Lê nizanîbûn Şekro li ku ye. Dema cihê wî li Îmaratê dîtin, polîsên Interpol û Spanya û Îmaratê bi çend balafirên taybet û şerker xwe bo girtina wî amade kirin. Li Dubay, dema Şekro ji hotêlê derket û çû konsêrtekê, ew girtin.”

 

Di destpêkê de hikûmeta Îmaratê razî nabe Şekro teslîmî hikûmeta Spanyayê bike, ji ber ku nasnameya wî ya Rûsî hebû. Lê piştî hewldanên berdewam ên Spanyayê, hikûmeta Îmaratê Şekro radestî polîsên Interpol kir û wan jî ew guhastin Spanyayê.

 

Parêzerê Şekro dibêje: “Şekro ji hêla dadgeheke Spanyayê hat dadgehkirin û bi cezayê 8 salan di zindanê de hat mehkûmkirin. Şekro 5 salan di zindaneke takekesî de, li jêr kamêraya çavdêriyê ma.”

 

Dadwerekî Spanyayî mitûmat dike

 

Wek ku parêzerê wî got, Şekro mirovekî pirr jêhatî ye û pirr zû fêrî ziman dibe û zehf ji xwendinê hez dike.

 

Davîd got: “Dadwer ji zîrekiya Şekro mitûmat bû. Di çend rûniştinên destpêkê de wergêrê Spanyayî hebû. Dûre di zindanê de xwe hînî zimanê Spanyayî kiribû. Gava dadwerê lêkolînê dît Şekro bi Spaniyeke pak û petî xeber dide, ji zîrekiya Şekro şaş ma ku çawa di wê dema kin de hînî zimanê Spanyayî bûye.”

 

“Bi pirtûka Barzanî sersam e”

 

Davîd behsa xisleteke din a Şekro dike û dibêje: “Şeydayê xwendinê ye. Pirr dixwîne, nemaze pirtûkên li ser ol, dîrok û siyasetê. Her cara min serdana wî dikir, doza pirtûkên nû ji min dikir. Çend caran min pirtûk jê re birin, bi taybetî pirtûkên li ser dîroka gelê Kurd û şoreşên Kurd. Şekro pirr sersam bû bi pirtûka birêz Mesûd Barzanî li ser tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ku li zimanê Rûsî hatiye wergerandin. Herwiha ji wan pirtûkên ku li ser ola Êzîdî hatine nivîsandin pirr hez dikir.”

 

Dadgeha Gurcistanê jî wî mehkûm dike

 

Sala 2006 ji Şekro re saleke ne xweş bû, ji aliyekî nû dadgeheke Spanyayê cezayê 8 sal zindan derheqa wî derxistibû, ji aliyekî din ve jî dadgeha bajarê Tiblîsê dosyayek dijî wî vekiribû û bêyî amadebûna wî ew bi cezayê 18 sal zindan mehkûm kiribû. 

 

Lê ew ceza wek parêzerê wî dibêje meremên şexsî û siyasî li pişt hebûn. Di vî warî de du nerîn hene, yek ji wan ew e ku qaşo çeteyên Şekro leşkerekî Amerîkî li Gurcistanê kuştine. Serokê wê çaxê yê Gurcistanê jî dostekî nêzîk yê Amerîkiyan bû. Baweriyeke din jî heye dibêje ku kêşeyeke şexsî di navbera Şekro û serokê berê yê Gurcistanê Mîxeîl Saakaşvîlî de hebû. Dibêjin têkiliyeke evîndarî di navbera aktereke Gurcî ya binavûdeng û Şekro de hebû. Mîxeîl Saakaşvîlî jî dil ketibû wê akterê de, lewma timî li hêncetekê digeriya da kerb û kîna xwe pê derxîne. Îcar dema Saakaşvîlî pê dihese ku Şekro li Spanyayê hatiye girtin, yeka xwe nake du û bi rêya dadgeheke şarê Tiblîsê Şekro bi cezayê 18 sal zindan mehkûm dike. 


Girêdayî vê dosyayê, parêzerê Şekro got: “Gava Mîxeîl Saakaşvîlî bihîst ku Şekro hatiye girtin û li Spanyayê tê dadgehkirin, xwest kerb û kîna xwe ya kevnewar di serê Şekro de derxîne. Bi rêya dadgeha Tiblîsê li Gurcistanê, bi sûcê kuştin û karên deryasayî dosyayek li dijî wî vekirin û bêyî amadebûna Şekro ew bi cezayê 18 sal zindan mehkûm kirin.”


Parêzerê Şekro herwiha got: “Di Tîrmeha 2010 de, hikûmeta Gurcistanê daxwaz ji hikûmeta Spanyayê kir ku piştî xilasbûna cezayê wî di zindana Spanyayê de, pêwist e Şekro radestî hikûmeta Gurcistanê bike û divê Şekro 18 salên din di zindanên Gurcistanê de derbas bike. Lê dema di 17.11.2013 de Gurciyan serokekî nû ji xwe re hilbijartin, hemû plan û xewnên Mîxeîl Saakaşvîlî beravêtî bûn.”
Eboqatê Şekro Davîd Yurivîç wiha pê de çû û got: “Piştî ku Mîxeîl Saakaşvîlî ji posta serokê Gurcistanê hat derxistin, me dosyeya Şekro temîz kir û me biryara dadgehê berguman kir. Gava kabîneya nû ya hikûmeta Gurcistanê dest bi karê xwe kir, dosyeya Şekro di bin çavan re derbas kirin û dîtin ku biryara dadgehê biryareke taybet û siyasî bû. Piştre hikûmeta Gurcistanê, hikûmeta Spanyayê ji biryara dadgehê serwext kir û got ti dozeke Gurcistanê li dijî Şekro nîne û Spanya dikare wî azad bike. Êdî vê neqlê ti hêncetek bo Spanyayê nema ku Şekro di zindanê de bihêle.”


Spanya ji berdana Şekro dudil bû



Tevî ku Şekro cezayê xwe qedandibû, lê Spanya ji azadkirina wî dudil bû û li benda helwesta Rûsyayê ji azadkirina wî bû. Parêzerê wî dibêje, me hewldanên zêde bi wezareta dad a Rûsyayê û aliyên têkildar yên hikûmetê re kirin, da razîbûna xwe li ser berdana Şekro û vegera wî bo Rûsyayê nîşan bidin.


Parêzer Davîd got: “Di dawî de ew razî bûn. Di Îlona îsal de, bi rêya wezareta dad a Rûsyayê, em li ser wê yekê xebitîn ku hikûmeta Spanya Şekro bihinêre Rûsyayê û ti rêgirî li ber vegera wî ji hêla wezareta dad a Rûsyayê nînin. Lewma roja 29.10.2014, em ji balafirxana Madrid li Spanyayê ketin rê û em demjimêr 06:10ê sibehê gihîştin balafirxana navneteweyî ya Domodedovo li Moskow.”



Polîsên Rûsyayê bendewariya wî dikirin


Gava Şekro vegeriya Rûsyayê, polîsên wî welatî tedbîrên tund standibûn. Parêzerê Şekro got: “Hikûmeta Rûsyayê ji dem û cihê vegera wî serwext bû. Lewra wê rojê hejmareke zêde ya polîsan bi cilên fermî û sivîl li balafirgehê li benda gihîştina Şekro bûn. Xelk behitîbûn ji vê hêza ewlekariyê ya mezin.”


Davîd axaftina xwe berdewam kir û got: “Dema Şekro kontrola paseportê derbas kir, hêzên ewlekariyê rêzeke mezin lê girtin û jê re gotin bi me re were em li wezareta hundir çayekê bi hev re firr bikin. Şekro bi ken ji wan re got asayî ye û daweta we pejirand. Lê wê hêza ewlekariyê Şekro tenê bir û Şekro dora demjimêrekê  li ba wan ma. Li gor zanyariyên me, Şekro û wezîrê hundir hevdu dîtibûn. Piştre Şekro teslîmî malbata wî kirin.”


“Bi bobelata Şingalê têk çû”


Her çiqasî karên Şekro ne yasayî ne û tawankarî ne û ji sincên mirovî dûr in, lê parêzerê wî dibêje Şekro ne mirovekî egoîst û bê hest e, lê bi êş û azarên miletê xwe tesîr dibe. Davîd got: “Şekro bi rêya televizyona jûra xwe, bi berdewamî serwextî rewşa Kurdistanê bû. Bûyerên diltezîn ên vê dawiyê li Kurdistanê, nemaze karesata Şingalê bandoreke mezin li ser Şekro kir û ew pirr pê têk çû. Tew wê şeva ku em ji Spanya vedigeriyan Rûsyayê, di balafirê de ez li tenişta wî rûniştibûm. Tevî ku ew pirr westiyayî jî bû, lê li rewşa Kobanî û Şingalê pirsî. Dema min wêne û vîdyoyên serketinên hêzên Pêşmerge û şervanan nîşanî wî da, ew pirr şa û kêfxweş bû.”


Bi Kurdîtiya xwe serbilind e


Tê gotin ku Şekro yek ji wan kesan e ku bi berdewamî û nihênî alîkariya hêzên kurdî yên siyasî dike. Şekro mirovekî neteweperest e. Lê belê parêzerê wî bêagehiya xwe ji vê mijarê nîşan da û got: “Haya min ji vê yekê nîne, lê hesteke Şekro ya kûr û dilsoz li hember miletê wî heye. Ez piştrast im ku alîkariya koçber û penaberên Kurdistanê dike. Ew nikare rasterast û bi rengekî eşkere alîkariyên xwe ji wan re bihinêre. Lê ez piştrast im ku Şekro qet miletê xwe ji bîr nake. Şekro serbilindî û şanaziyê bi Kurdîtî û neteweya xwe dike.”


Diçe ser gora Dêd Hesen


Wek parêzerê wî got, piştî ku Şekro gihîşte Rûsyayê, rojeke tenê vehesiyaye û dotira rojê serdana gora mafyayê Kurd ê mezin, rêheval û hevpîşeyê xwe Dêd Hesen kiriye ku di sala 2010 de hat terorkirin. Wê çaxê Şekro li Spanyayê girtî bû.