Rûdawê ‘Xelata Zêrîn a Stevie’yê bi merasîmekê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Romayê yê Îtalyayê di merasîmekê de “Xelata Kompanyaya Salê” Stevieyê wek medyaya herî baş a navîn a salê li cîhanê pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê hat kirin.

Merasîm li bajarê Romayê yê Îtalyayê tê lidarxistin û tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê nûnertiya Rûdawê dike.

Merasîma xelatdayînê bi demjimêr 20:00an a bi dema Hewlêrê dest pê kir.

Rêveberê Medyaya Dijîtal a Rûdawê Birwa Kiyanî û pêşkêşkarê bernameya Doktor Aras, Aras Biradostî li ser navê Rûdawê xelat wergirt.

Endam û xelata Tora Medyayî ya Rûdawê

Her sal, zêdetirî 12 hezar kompanya, tor û sazî di warên cuda de, ji zêdetirî 70 welatî ji bo wergirtina xelatên Stevieyê têne berbijêrkirin.

Zêdetirî hezar kesên pispor û şehrezayên warên cuda beşdarî proseya nirxandin û destnîşankirina wergirên xelatan dibin.

Mafê hemû berbijêran heye ku ji nirxandina endamên komîteya nirxandinê haydar bin û di derbarê wê de xwediyên agahiyên tam bin.

Xelata ku îro dayîna wê ya Tora Medyayî ya Rûdawê hat ragihandin, di warê xelatên navdewletî yên karsaziyê de ye.

Ev xelat li hemberî bandor û rola sê bernameyên televîzyona Rûdawê ye: Bernameya (Ligel Renc) ku ji aliyê pêşkêşkarê jêhatî Renc Sengawî ve tê pêşkêşkirin. Bernameya (Berpirsiyar) ku ji aliyê pêşkêşvana jêhatî Şehyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û bernameya (Dr. Aras) ku ji aliyê bijîşk û pêşkêşkarê jêhatî Aras Biradostî ve tê pêşkêşkirin.

Herwiha wekî di nirxandina komîteya nirxandinê de jî derbas dibe, ji ber berfirehiya rûmalên Rûdawê û dayîna derfetê bi hemû aliyan û belavbûna wê ya pir mezin, Tora Medyayî ya Rûdawê hêjayî wê xelatê hat dîtin.

Ji bilî bultenên nûçeyan, gelek bername û birgeyên rojane, heftane û mehane yên Tora Medyayî ya Rûdawê hene.

Berpirsê Beşa Berhemanînê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Rêbaz Elî got, "Di amadekirina birgeh û programan de bala me li ser hemû texe û çînên civakê ye. Çîroka mirovekî tikîtenê jî li cem me girîng e. Loma bernameya (Berpirsiyar)ê li ser pirsgirêka kesekî tenê jî disekine. Wekî mînak, birgeyên mîna (Jin û Pîşe)yê bi nîşandana karê taybet ê jineke tenê, ronîkirina rola jinê ya di civakê de ye jî."

Rêbaz Elî got ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya bernameyên wekî (Ligel Renc) û (Berpirsiyar)ê hewl dide ku pirsgirêkên welatiyan nîşan bide û berpirsan jê serwext bike, herwisa bi bernameyên wekî (Dr. Aras) kar dike ji bo ku welatiyan ji mijarên girêdayî saxlemiya wan haydar bike.

Rêveberê Medyaya Dijîtal a Tora Medyayî ya Rûdawê Birwa Kiyanî dibêje, bernameyên Rûdawê li ser hîmê pirsgirêk û daxwazên welatiyan e û wiha jî got, "Amarên torên civakî nîşan didin ku hesab û rûpelên Rûdawê li Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê yekem û bêrikber in. Rûdaw roj bi roj li ser torên civakî û televîzyonan rekorên nû tomar dike."

Li gorî agahiyên Kompanyaya Metayê, tenê di heyama du hefteyên borî de, vîdyoyên rûpela Rûdawê ya Facebookê li çaraliyên cîhanê ji hêla 152 milyon kesan ve hatine dîtin. 646 hezar kesan jî koment li ser berhemên wê nivîsandine û her roj nêzîkî 8 milyon karvedananên berhemên wê hebûn.

Li ser Instagramê jî, berhemên Rûdawê di hefteya derbasbûyî de gihîştine destê zêdeyî milyonek û 44 hezar bikarhêneran û ji serê mehê ve jî serdana bikarhêneran a hesabê Rûdawê %23 zêde bûye.

Ev ne cara yekê ye ku bername û pêşkêşvanên Rûdawê tên xelatkirin lê Tora Medyayî ya Rûdawê bi wergirtina vê xelatê, navê xwe di lûtkeya saziyên pîşeyî yên cîhanê de tomar kir. Li kêleka Google, Microsoft, Apple û gelekên din, ku her yekê ji wan di warê xwe de, ji ber serkeftin û afirîneriyên xwe Xelata Stevieyê wergirtiye.

Nerînên endamên komîteya nirxandinê

Endamên komîteya nirxandinê sedema dayîna xelatê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bi wê yekê ve girê didin ku Rûdaw saziyeke serbixwe ye û bi rêya televizyon, portal, radyo û medyaya civakî, bi berdewamî bi rastgoyî temaşevan, xwendevan û guhdarên xwe ji geşedanan agahdar dike.

Endamên komîteya nirxandinê diyar dikin ku Tora Medyayî ya Rûdawê di warê vekolîn û lêkolînan de jî roleke çalak û bibandor gerandiye û cudahî jî nebûne sedem ku komek an pêkhateyek nikaribe xwe di televizyon, portal û radyoya Rêdawê de bibîne.

Li jêr bi kurtî hin nêrînên endamên komîteya nirxandina Xelata Navdewletî ya Biznis hene:

- Rûdaw bi rêya malper, sepan, radyo û televizyonê agahiyên nû dide zêdetirî milyonek bîner û guhdaran û wan ji bûyer û mijarên girîng ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û deverên din ên cîhanê bi zêdetirî çar zimanan agahdar dike.

- Tora Medyayî ya Rûdawê di warê vekolîn û lêkolînên navdewletî de rol gerandiye û rola vê yek jî di serkeftina wê de hebû. Rûdawê di warê birêvebirina cudahiyên çandî de serkeftineke mezin bi dest xistiye.

- Rûdaw toreke medyayî ya pêbawer e ku gotar û berhemên wê di medyaya civakî de digihêjin destê hejmareke herî zêde ya bikarhêneran.

“Xelatên Stevie”yê

Peyva Stevie ji peyva Yewnanî “stephanos”ê ku tê wateya tac û xelatê, hatîye wergirtin. Xelatên Stevieyê di warê biznis û karsaziyê de ji xelatên herî baş têne hesibandin û di sala 2002yan de biryar li ser belavkirina wan hate dayîn. Ev ji bo rêzgirtina rol û destkeftiyên kesayet, şirket û torên herî bibandor ên cîhanê ye.

Xelatên Stevieyê di heşt waran de têne dabeşkirin: Xelatên navdewletî yên karsaziyê ku bi sazî û torên navdewletî yên serkeftî tê dayîn, Xelata Karsaziya Stevieyê ya Amerîkî ku taybet e ji bo kompanya û saziyên ku li Amerîkayê dixebitin, Xelata Stevieyê ya Karsaziya Jinan ku taybet e bi rêzgirtina jinên serkeftî yên xwedî kar û veberhêner li cîhanê, Xelata Stevieyê ya xizmetguzariyên kiryaran ku bi şirketên warê pêwendiyan tê dayin.

Xelatên Stevieyê ji bo Asya û welatên ser Deryaya Hêmin ku bi kompanya û navendên afirîner ên 29 welatên wan deveran tê dayîn, Xelata Stevieyê ya Almanî ku bi kompanya û torên serkefî yên wan welatan tê dayin ku almanî zimanekî fermî ye li wan, Xelata Stevie ji bo xwedankarên mezin ku bi wan şirket û navendan tê dayin ku şêwaza miamele, birêvebirin, rêkxistin û pêşvebirina hêzên kar li wan herî baş in.

Xelatên Steveyê yên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ku bi kompanyayên 18 welatên wan navçeyan tên dayin, ev jî beramberî kar û xizmetguzariyên ku ew pêşkêş dikin e.