Îranê derbarê êrîşên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê nameyek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî re şand

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan Êrîşên Îranê Rojhilatê Kurdistanê Encûmena Asayîşa Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê derbarê bombebaranên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê nameyek ji Encûmena Asayîşa Navdewletî re şand û ragihand, ti bijardeyeke wan nemabû ji bilî wê.

Nûnertiya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî di nameya xwe ya ji bo Encûmena Asayîşa Navdewletî de, partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi “cudaxwaz” bi nav kir û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komele, PJAK û PAK jî bi wê yekê tohmetbar kir ku ji Herêma Kurdistanê ve êrîşî gelê û jêrxana Îranê dikin.

Nûnertiya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî got, “Ev grûp xaka herêma bakurê Iraqê ji bo rêvebirin, perwerde, teşwîqkirin, plankirin û rêxistina çalakiyên terorîstî û her wiha çalakiyên wêranker di nav axa Îranê de bikar tînin.”

Li gorî Nûnertiya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî, wan partiyan ji sala 2016an ve 49 êrîş di nav xaka Îranê de û li nêzîkî sînoran çalakî pêk anîne û di encamê de 24 kes hatine kuştin û 32 kes jî birîndar bûne.

Nûnertiya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî di beşeke din a nameyê de, ew partî bi çekdarkirina xelkê di dema xwepêşandanan de, ziyan gihandina mal û milkên giştî û taybet û kuştina çend hêzên polîs ên Îranê hatine tometbarkirin.

Li gorî wê nameyê, Wezareta Derve ya Îranê çendîn caran ji bo bidawîkirina çalakiyên partiyan, nameyên fermî ji Wezareta Derve ya Iraqê re şandiye û di civîna Komîteya Hevbeş a Ewlehiyê de jî belge pêşkêşî rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê kirine û xwestine ku ew partî werine kontrolkirin û bêçêkkirin lê tevî hemû hişyariyan rayedarên Herêma Kurdistanê hewlên cidî nedane.

Nûnertiya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî di nameya xwe de dibêje, ti çareyeke wan nemaye ji bilî destpêkirina êrîşê ji bo xweparastinê û çekên ku hatine bikaranîn biçûk in û ti ziyanên canî çênebûne.

Nameya Îranê di demekê de ye ku çendîn caran berpirsên Komele, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji Rûdawê re ragihandine ku wan ji xaka Herêma Kurdistanê êrîşî hêzên Îranê nekirine û şandina Pêşmergeyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê û çekdarkirina xelkê ya piştî destpêkirina xwepêşandanan red kirin.

Roja Çarşema 28ê Îlona 2022an, Îranê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê, baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li nêzîkî Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li nêzîkî Pirdê kir armanc û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dan, di nav wan de 2 jin, jineke ducanî û pitika wê jî hebûn, di êrîşan de nêzî 50 kesan birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst