Danîmarka pêwendiyên xwe dê li gel Tirkiyeyê di rawestîne

13-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Navenda Nûçeyan- Endamê rêxistina DAIŞê yê ku hewl dabû nivîskarê Danîmarkî yê li dijî îslamiyetê Lars Hedegar bikûje li Tirkiyeyê hatibû girtin û paşê jî hat berdan. Li ser van îdiayan siyasetmedarên Danîmarkî bang kirin ku pêwendiyên li gel Tirkiyeyê bên rawestandin.

 

 

Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Martin Lidegaard ji rojnameya Berlingske re ragihand ku hişyarî danê Tirkiyeyê. Berdeveke Politîkayên Derve yê Partiya Gel Soren Espersen jî got, “Dewletek hevalbende me yê endamê NATOyê çawa dikare tişteke wisa bike. Divê Tirkiye ji NATOyê bê derxistin û pêşîya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê jî lê bê girtin.”

 

 

Siyasetmedaran banga rawestandina pêwendiyên li gel Tirkiyeyê bên kirin û Lars Hedegar jî wiha got:

 

 

“Ez li bende bûm ku gumanbar li Danîmarkayê bê vegerandin lê belê hat azadkirin û ez gelek şaş bûm. Tirkiye welatekî îslami ye û sadiqê ola xwe ye. Em ji bo misilmanên li Tirkiyeyê hîç in û amdene me pîs bikin. Dibe ku gumanbar derbasî Sûriyê û Iraqê bûbû, li wan dera sere jinan û zarokan jê kiribe."

 

 

Daniella Kuzmonovica ku li Zanîngeha Kopenhagê pispora Tirkiyeyê jî  bal kişand ser fikarên kurdan ên Tirkiyeyê bajarê Kobaniyê ji DAIŞê re hiştiye û got, “Tirkiyeyê li beramberî 49 rehîneyên destê DAIŞê hin endamên wan azad kirin û agahiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî jê hebû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst