VIDEO - Li Hindistanê bûyereke sosret: Mar çû guhê jinekê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hindistanê mar çû guhê jinekê. Di dema ku li nexweşxaneyê ji aliyê doktoran ve hewl dihat dayîn ku mar ji guhê jinikê bê derxistin, wan kêliyan li ser medyaya civakî bû vîral.

Li Hîndîstana ku bûyerên herî balkêş ên cîhanê lê tên jiyîn, vê carê dîmenekî ecêb li ser înternetê belav bû û tê de tê nîşandan ku marekî zer dikeve guhê jinekê û tê de asê dimîne.

Li gorî nûçeya India TV, tê dîtin ku di vê bûyera sostet de pizîşkek ku lepik di destê wî de ye hewl dide mar ji guhê jinikê derxîne.

Di dîmenên ku bikarhênerekî Facebookê yê bi navê Chandan Singh parve kiriye de, xuya dibe ku serê mar derketiye û pizîşk çendîn hewl dide ku mar ji guhê jinikê derxîne, lê hemû hewldanên wî bê encam mane.

Vîdeoya ku temaşevanan li ser ekranê kilît kir, pirsa ku ew jin ji mar xilas bûye an na heta niha bê bersiv e.

Lê belê kesekî ku di bin vîdeoyê de şîrove kiriye wiha nivîsiye "Marê ku pizîşkan nekarîn derxînin, ji aliyê lîstikvanê maran ve dikaribû bihata derxistin."

Li aliyê din, hin temaşevanan difikirin dibe ku video sexte be, hinêkî din jî gotin ku ew bi tevahî rast e.

Hin bikarhêneran gumanên xwe yên li ser mar çawa dikare bikeve kanala guh parve kirin.

Li gorî rapora Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, li Hindistanê her sal di navbera 81.000 heta 138,000 kes ji ber pêvedana maran jiyana xwe ji dest didin.