Di deryaya Ege de belema koçberan binav bû
Navenda Nûçeyan – Di deryaya Ege (Îce) de belema koçberên qacax binav bû û 28 koçber xeniqîn.
Li gorî malpera protothemayê ya Yûnanistanê belemek penaberên qacax dihilgirt hewl dida ji navçeya Didimê ya Aydinê derbasî Girava Leros a Yûnanistanê bibe, lê binav bû û di encamê de ji wan yek zarok 28 kes xeneqîn.
Hat gotin dema belem binav bû 28 kesan xwe jê avetine û bi melevanî xwe gihandin qeraxên Egeyê û 62 kes jî ji aliyê hêzên Ewlehiya Qeraxên Yûnanistanê ve hatine rizgarkirin.
Hêzên Ewlehiya Qeraxên Yûnanistanê kesên rizgar bûyîn birin Girava Lerosê.
Herwiha hat gotîn Hêzên Ewlehiya Qeraxên Yûnanistanê bi helîkopter û bi botên deryayê hêj ser deryayê li koçberan digerin.