Di deryaya Ege de belema koçberan binav bû

13-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Di deryaya Ege (Îce) de belema koçberên qacax binav bû û 28 koçber xeniqîn.

 

Li gorî malpera protothemayê ya Yûnanistanê belemek penaberên qacax dihilgirt hewl dida ji navçeya Didimê ya Aydinê  derbasî Girava Leros a Yûnanistanê bibe, lê binav bû û di encamê de ji wan yek zarok 28 kes xeneqîn.

 

Hat gotin dema belem binav bû 28 kesan xwe jê avetine û bi melevanî xwe gihandin qeraxên Egeyê û 62 kes jî ji aliyê hêzên Ewlehiya Qeraxên Yûnanistanê ve hatine rizgarkirin.

 

Hêzên Ewlehiya Qeraxên Yûnanistanê kesên rizgar bûyîn birin Girava Lerosê.

 

Herwiha hat gotîn Hêzên Ewlehiya Qeraxên Yûnanistanê bi helîkopter û bi botên deryayê hêj ser deryayê li koçberan digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst