Pentagon: HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevkarekî me yê bi bandor bû

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pentagonê diyar kir ku armanca hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê şikandina DAIŞê ye û got “HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevkarekî me yê bi bandor bû.”

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Patrick Ryder li ser pirsa hebûna hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê got, “Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê ne û armanca me li Sûriyeyê têkbirina DAIŞê ye. Em dê li ser wê armancê berdewam bin.”

Derbarê pêwendiyên Amerîkayê yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê re Ryder wiha anî ziman:

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk di wî şerî de (li dijî DAIŞê) hevkarekî me yê baş bû.

Ew di wî şerî de hevkarekî bi bandor bûn û ev jî bingeha pêwendiya me û hevahengiya me ye.”

"HSD dê wekî hevalbendeke me ya sadiq û jêhatî bimîne"

Li aliyê din îro Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku ew Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hevalbendeke leşkerî ya jêhatî dibînin.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got ku ew dê berdewam bin li ser karê xwe yê bi HSDyê re heta ku piştrast bin ku DAIŞ xwe bi hêz neke.

Şerê li Dêrezorê

Hêzên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê ji hefteya borî ve êrişî Rojhilatê Dêrezorê dikin ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

HSDyê ragihandibû ku di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Meclisê diyar kiribû ku di encama bersivdayîna êrişan de 25 çekdar hatine kuştin û de 2 şervan jî şehîd ketine.