Amerîka: HSD dê wekî hevalbendeke me ya sadiq û jêhatî bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hevalbendeke leşkerî ya jêhatî dibînin.

Herwiha wezaretê got ku ew dê berdewam bin li ser karê xwe yê bi HSDyê re heta ku piştrast bin ku DAIŞ xwe bi hêz neke.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser alozî û şerê li Dêrezorê bersiva nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Ew berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser karkirina bi HSDyê re got:

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî hevalbendeke me ya leşkerî ya dilsoz û bi jêhatî dimîne.

“Em dê berdewam bin li ser karê xwe yê bi HSDyê re heta ku em piştrast dibin ku DAIŞ xwe bi hêz neke.”

Berdevk diyar kir ku Hikûmeta Amerîkayê pêbend e ku hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêle wiha pê de çû:

“Em bi hebûna xwe ya bisînor a li bakurrojhilatê Sûriyeyê wekî stratejiyeke berfireh ji bo misogerkirina têkbirina DAIŞê pabend in.”

Hêzên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê ji hefteya borî ve êrişî Rojhilatê Dêrezorê dikin ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

HSDyê ragihandibû ku di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Meclisê diyar kiribû ku di encama bersivdayîna êrişan de 25 çekdar hatine kuştin û de 2 şervan jî şehîd ketine.