Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê ji bo Xezeyê bang kir

Duh li 01:29
RÛDAW
Nîşan Amerîka Brîtanya Fransa Almanya Îtalya Agirbest Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo ku li Xezeyê agirbest çêbibe Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê banga hevpar kir û wan wiha hat got, “Êdî wext nema, divê hemû alî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wan xwest ku li Rojhilata Navîn rageşî kêm bibe û li Xezeyê heman agirbest çêbibe.

"Em piştgiriyê didin banga Serok Biden"

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Em piştgiriyê didin banga Serok Biden, Serokjomarê Misirê Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm ku dibêjin ji bo ku lihevkirina agirbestê temam bibe, bila mizakere vê hefteyê ji nû ve dest pê bikin.

Em destnîşan dikin ku êdî wextekî zêde yê ku vale biçe nema, hemû alî divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Hat diyarkirin ku piştgiriya Îsraîlê ya ji bo ku li hemberî Îranê xwe biparêze dê dewam bike û wiha hat gotin:

"Em bangî Îranê dikin ku bila gefên êrişa leşkerî ya li dijî Îsraîlê dixwe, dawî bike.

Êrişeke bi vî rengî dê li ser ewlehiya herêmê bandoreke nebaş bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst