OCHA: 140 karmendên mirovî di sala 2021an de hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Karûberên Mirovî (OCHA) ragihand ku li seranserî cîhanê pêwîstiya nêzîkî 303 milyon kesan bi alîkariyên mirovî heye. OCHAyê her wiha diyar kir ku 140 karmendên mirovî di sala 2021an de hatine kuştin.

Berdevkê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Karûberên Mirovî Jens Laerke (OCHA) destnîşan kir, sala borî derdora 140 karmendên rêxistinên mirovî li cîhanê hatine kuştin ku dibe hejmara herî bilind ji sala 2013an ve. Her wiha 203 kes jî ji wan birîndar bûne û 117 jî hatine revandin.

Li gorî Laerke, Sûriye yek ji welatên herî metirsîdar e ji bo karmendên mirovî. Kuştina wan karmendan di sala 2021an de piranî li Sûriyê bûye.

Berdevkê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Karûberên Mirovî (OCHA) Jens Laerke anî ziman, “Welatê herî metirsîdar ji bo karmendên mirovî Başûrê Sûdan, piştre Afganistan û Sûriyê ne. Ew 140 kesên ku  di 2021an de hatin kuştin, piraniya wan bi çekên sivik û bûyerên teqekirinê bûn, sedema duyem a kuştina wan bordûman û topbaran bû, piraniya wan li Sûriyê bûn.”