Li Efxanistanê keç bi dizî dixwînin

13-08-2022
RÛDAW
Li Efxanistanê keç bi dizî dixwînin
Li Efxanistanê keç bi dizî dixwînin
Nîşan Efxanistan Keç Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala derbasbûyî piştî ku desthilata Efxanistanê kete destê Talibanê, êdî ew perwerde û azadî ji bo keçeçan nema. Lewra niha hendek keçên Efxanistanî bi nehênî û li jêr zemînan de dixwînin.

Hejmarek keçên Efxanî li Kabula paytexta Efxanistanê di malekê de dibistaneke veşartî çê kirine û perwerdeya xwe didomînin.

Mamosteya Îngilîzî Sodaba Nazhand dibêje "Piştî ku dibistan ji keçan re hatin qedexekirin, min biryar da ku li malekê dibistaneke veşartî vekim. Me li vê malê kursî û mase danî da ku li vir xwendina xwe bidomînin."

Piştî ku Talibanê di Tebaxa sala borî de dest bi ser desthilata Efxanistanê de girit, yek ji karên wê qedexekirina dibistanên qonaxa amadeyî yên keçan bû li hinek deverên welat.

Ji ber vê yekê Sodaba û xwişka xwe xanî bi alîkariya xêrxwazekî kirê kirine û ders didin xwendekaran.

Xwendekar Dunya Erebzade got "Ev yek pir xemgîn e. Xwendina li vir li dibistanek rastîn cûda ye. Gelek hevalên min hene ku nikarin werin vir bixwînin û li malê mane."

Li dibistanê sê mamoste dersên matematîk, zanistî û îngilîzî didin; Mamoste dibêjin ew xwendekaran han didin ku ji bo mafên xwe têbikoşin.

Li gorî amarên hevpar ên Save the Children û UNICEFê, ji mîlyonek û 100 hezar xwendekarên keç ên Efxanistanê nêzî 850,000 ji divistanê veqetyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst