Kesê ku êrîşî Selman Ruşdî kir hat girtin

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan Selman Ruşdî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Amerîkayê êrîşkarê nivîskar Selman Ruşdî desteser kir. Ew êrîşkar gencekî 24 salî ye û navê wî Hadî Meter e.

Duh Înê, nivîskarê pirtûka Ayetên Şeytanî li New York a Amerîkayê kete ber êrîşa bi kêran û bi giranî birîndar bû.

Neştergerî jêre hatiye kirin, berdevkê Selman Ruşdî dibêje, hîn rewşa wî ne zelal e, kêr bi stû û zikê wî ketiye. Dibe ku ew çavekî xwe ji dest bide. Niha nikare biaxive.

Polîsê New Yorkê di konferaseke rojnamevanî de ragihand, êrîşkar hatiye girtin û gencekî 24 salî ye navê wî Hadî Meter e, New Jersey rûdine.

Li gor gotina Polîs, ew genc bi biletê çûye cihê ku Selman Rûşdî tê de gotar dida, nehatiye ragihandin ka bi eslê xwe xelkê ku derê ye.

Nivîskar Selman Ruşdî yê 75 salî ji Brîtanyayê ye û bi eslê xwe ji Hindistanî, ji ber nivîsandina pirtûka Ayetên Şeytanî rastî gefên Îslamiyan hatibû û Damezrînerê Komara Îslamiya Îranê Ruhulla Xumênî fetwaya kuştina wî dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst