OECD: Koçber zû fêrî jiyana Almanyayê dibin

Dusseldorf (Rûdaw) - Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî ya Ewropayî OECDeyê lêkolîneke nû di nava 38 welatên Ewropî yên endam û ne endamên Yekîtiya Ewropayê de pêk anî.

Di vê lêkolîna ku van rojan hat weşandin de, derdikeve holê ku Almanya nimûneya herî baş a xweguncandina koçberan e.

Di raporê de hatiye behskirin ku dudu li ser sisêyê koçberên li Almanyayê di nava pênc salan de baş fêrî Almanî dibin û piraniya wan ketine bazara kar.

Li gorî wê raporê ji sedî 70ê koçberan li Almanyayê xwedî kar in.

Rewşa jiyana koçberan jî li gorî jiyana şêniyên din ên Almanyayê ne pir cihê ye û li gorî standardên cîhanî di asteke bilind de ye.

Reem Alabali-Radovanku bi eslê xwe Îraqî ye û Wezîra Koçberan a Almanyayê ye, di raporê de bi serbilindî eşkere dike ku Almanya her tim welatê koçberan bû û vê yekê Almanya xurttir kiriye.