Parlamentoya Finlandayê yasayek ji bo dersînorkirina koçberan pesend kir

13-07-2024
RÛDAW
Parlamentoya Finlandayê yasayek ji bo dersînorkirina koçberan pesend kir
Parlamentoya Finlandayê yasayek ji bo dersînorkirina koçberan pesend kir
Nîşan Finlanda Koçber Yasa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Fnlandayê dengdan li ser projeyasayekê kir ku  taybet e bi wan koçberên ji Rûsyayê çûn nav wî welatî.

Bi 167 dengên “erê” hat pesendkirin ew projeyasaya ji bo dersînorkirina koçberan hat pesendkirin.

Serokwezîrê Finlandayê Petteri Orpo got:

“Me dubare anî ziman ku pirsa ewlehî û asayîşa niştimanî û asayîşa sînoran ew mijar in ku Finlandayiyan yekgirtî dihêlin.

Ev yasa amadekarî ye ji bo qonaxa pêş ku têde Finlanda dibe armanca gefekê ku bi awayê koçê dibe.”

Êdî desthilata pasavanên sînor ên Fînlandayê heye ku her koçberek biçe nav sînorê welatê wan bişînin nav axa Rûsyayê.

8 xalên derbasbûnê hene

Heşt xalên derbasbûnê li ser sînorê navbera Rûsya û Finlandayê hene.

Ji çiriya paşîna borî ve jî çendîn car Finlandayê ji ber pêla koçberan sînorê xwe girtiye.

Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Finlandayê Antti Lindtman jî got:

“Ew pêvajo ji bo me ne asan bû, ji ber pêwîst bû hevsengiyekê di navbera her du nirxên asayîş û mafên mirov de bibînin. Nerîna me û piraniya endamên Parlamentoyê wiha kir ku ew yasa bê derbaskirin û hevsengiya pêwîst bibînin.”

Ji naverasta sala borî ve hezar û 300 koçber ji Rûsyayê çûne nav axa Finlandayê.

Beşeke zêde ya wan koçberan jî xelkê welatên Rojhilata Navîn, bi taybetî Iraqî û Sûriyeyê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst