63 kesan ji ber lêxistina birûskê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaletên Uttar Pradeş û Bihara yên Hindistanê 63 kesên ku birûskê li wan xist mirin.

Li gorî nûçeya Hîndustan Tîmesê, Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku rojên çarşem û pêncşemê brûkê li 10 herêmên Uttar Pradeşê û çend cihê yên Biharê xist.

Di encama lêxistina birûskê de li Uttar Pradeşê herî kêm 43 kes û li Biharê jî 20 kesan canê xwe ji dest da.

Rayedarên tenduristiyê herwiha agahî da ku li eyaleta Biharê 40 kes jî birîndar bûn.