Amerîka - Çîroka bi êş a Kurdekî: Piştî 4 salan hat dîtin

13-07-2024
Diyar Kurde
Hêriş û malbata xwe
Hêriş û malbata xwe
Nîşan Hêriş Nadir Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêriş Nadir xortekî Kurd ê rûniştvanê Amerîkayê ye. Beriya 4 salan, Hêriş winda dibe û ti şopekê li dû xwe nahêle. Paşê bi keda bira û jinbiraya xwe tê dîtin lê vê carê nivîşkan e.

Bîne pêş çavê xwe rojekê ji rojan ezîzekî te biçe seferê û biryar be ku zû vegere lê sal derbas bibin û tewra tu xebereke tenê jî li ser wî nebihîzî. Gelo ew sal wê çiqas dijwar derbas bibin û dê çiqas hêsir di wan de bên rijandin!

A ji vê dijwartir jî ew e ku hem ezîzê te yê winda li nêv tenêtiya diyasporayê winda bûbe û tu bi xwe jî li Swêdê bî û bayê qerisî yê zivistanan û nefesên herî sar ên bendewariyeke dûrdirêj çizîniyê ji kezeba te bînin.

Ev çîroka Şiwan Kerkûkî ye ku piştî van hemî salan ji Swêdê çû Amerîkayê û birayê xwe li wir dît.

Şiwan Kerkûkiyê birayê Hêriş ku bi rêya Skypeyê bû mêvanê Diyasporayê, diyar kir ku vêga tenduristiya Hêriş baş e û bi hûrbînî qala bûyera ku hatiye serê birayê wî Hêriş kir û got:

 “Êvarekê Hêriş li ser kolanekê bû û diçû karekî. Ji nişka ve otomobîlek xwe lê dixe û paşê otomobîl vedigere û careke din paşpaşkî li Hêriş dikeve û wî tenê dihêle û diçe.

Êdî Hêriş saet û nîvekê li ser kolanê dimîne û paşê bi xwe ve tê û li wir dêrek heye û ew wî li xwe digirin û loma xwîn ji serê wî tê û di mejiyê wî de dicive û bi kirîza mejî dikeve.

Di encamê de jî, dest û ziman û lingekî wî pûç dibin û tiştek di bîra wî de namîne.”

 Şiwan Kerkûkî eşkere dije ku piştî dîtina Hêriş wan ew bir Swêdê bal xwe lê ji ber ku Hêriş ne welatiyê Swêdê ye nikare çareseriyan belaş bistîne, ew tenê bi rêya bijîjk û dostên xwe wî derman dikin.”

Şiwan Kerkûkî da zanîn ku piştî 4 salan ji veqetîn û nebûna ti nûçeyan, ew çûn Amerîkayê û wan da dû şopa Hêriş û wan ew roja beriya Cejna Qurbanê ew dîtine.

 Şiwan da zanîn ku her çend niha rewşa tenduristiyê ya Hêriş baştir e, lê hewcedariya wî bi wergirtina çareseriyê heye û heya vêga jî zimanê wî zaf giran e û ew baş jê fêm nakin.

Ev dîmeneke lap dilxweşker e bo malbata Hêriş Nadirê ku 4 salan li Amerîkayê winda bûbû. Paşê bi hewldaneke bênavber a birayê wî Şiwan û dotmama wî Tarayê hat dîtin.

Hêrişê ku Kurdekî xwedî welatînameya Amerîkayê ye. 

Sala 2020an gava bi mebesta birina hevjîna xwe ku nû li xwe mehr kiribû, vedigere eyaleta Utahê ya Amerîkayê, 

Piştî 6 mehan ji vegera wî ya Amerîkayê qezayeke nexwestî rêçika jiyana wî diguhere û wî ji hemû nas û xizmên wî vediqetîne.

Wendabûna Hêriş li Amerîkayê

Birayê Hêriş Nadir Şiwan Nadir li ser rewşa birayê xwe got:

“Piştî ku Hêriş vegeriya Amerîkayê qene hevjîna xwe jî bikişîne wir, pêwendiya me pê re nema û pêwendî qut bûn.

Paşê em pê hesiyan ku Hêriş tûşî bûyera otomobîlê bûye û otomobîlê du caran lê daye, carekê ji pêşî ve lêdaye û dûvre otomobîl vegeriyaye û careke din paşpaşkî lê daye, êdî Hêriş 10 rojan li nexweşxaneyê dimîne.

Piştî ku ji nexweşxaneyê derketiye, birîndar maye û li wir dêrek wî li xwe digire, li nik wan bû niha aliyê wî yê çepê kar nake û herwisa nikare biaxive.”

Dîtina Hêriş ne mimkun bû. Loma birayê wî û hevjîna xwe ku di eynî demê de dotmama Hêriş e seba lêgerîn û dîtina Hêriş ji welatê Swêdê berî bidin Amerîkayê, eyaleta Utah li bajartê Salt Lake.

Ji bo vê yekê jî wêneyên Hêriş li ser dar û dîwarên vî bajarî daleqandin û ji wî kesê ku Hêriş bibîne re hezar dolar jî kirin diyarî.

Dêrek xwedîtiyê li Hêriş dike

Dotmam û jinbiraya Hêriş Tarayê jî li ser çîroka wendabûn û dîtina Hêriş wiha got:

“Em hatin bajarê Salt Lake yê qene li Hêrişê ku berî 4 salan winda bûbû, bigerin. Kesî ji me nizanîbû ew sax e yan na.

Piştî lêgerîneke zêde li hemî baxçeyan û li her derê em qîriyan û geriyan û rastî bi hezaran kesan hatin.

Pêşî me dest bi lêgerînê li nêv kesên ku li ser cadeyan veketine kir.

Mixabin, Amerîka li ber çavê min reş bû çimkî gelek kes li ser kolanan vedikevin û radizên. Erê, dewlet cih û xwarinê dide wan lê tev dermanan dixwin û li ser kolanan dimînin û bêkar in.

Lêgerînê hêla ku em ji her cure mirovan bipirsin. Li dawiyê, me wêneyê Hêriş mezin kir û bi dar û dîwarên vî bajarî ve daleqand. Her wisa me oferek danî ku her kesê Hêriş bibîne em dê hezar dolarî bidinê.”          

Bi gotina malbata Hêriş, windabûna Hêriş vedigere qezayeke trafîkê ku bandoreke tevahî li ser laş û hizira Hêriş pêk aniye bi awayekî xwe ji bîr kiriye û li Amerîkayê bê mal maye.

Destek û lingekî wî pûç bûne û hevjîna wî jî di wê demê de dev ji wî berdaye, çimkî Hêriş lap winda bûbû, piştî pênc rojan lêgerîna bajarê li Salt Lake, dawiya dawî nûçeya xweş giha wan û Hêriş hate dîtin.   

“Hêriş lal û felc bûye”

Tarayê di berdewamiyê jî de wiha got:

 “Min lêgerîn domand.Ez ne li hêviya wê xeberê bûm. Min digot dibe ku derman xwaribe û li ser kolanê ma be, hînî vexwarina tilyakê bûbe û ez wî li cihekî wisa bibînim.

Min ev yek çaverê nedikir. Ez yekem kes bûm ku min Hêriş dît. Bi duçerxeya xwe ber bi me ve hat û me nihêrt ku ne Hêrişê berê ye.

Ez qîriyam Hêriş, Hêriş lê belê Hêriş ez nas nekirim û ew jî mat ma. Rabû me dest bi girî kir. 

Ez zaf giriyam dema min dît ku ne destekî Hêriş kar dike, ne lingekî wî kar dike û destekî wî û devê wî jî bê sekn dilerize.”  

Di encama wan qeza û bûyeran de, ti belgeyeke Hêriş nema bû lê dawiya dawîn birayê wî karî bi alîkariya hin Kurdên Amerîkayê nasname û paseporta Amerîkî jê re çêbike û wî bi xwe re bîne Swêdê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst