Keça Kurd li Almanyayê yek ji pileyên herî bilind bi dest xist

13-07-2024
Hêmin Ebdullah
Lîlav Hisên li Almanyayê yek ji pileyên herî bilind bi dest xist/Wêne: Rûdaw
Lîlav Hisên li Almanyayê yek ji pileyên herî bilind bi dest xist/Wêne: Rûdaw
Nîşan Lîlav Hisên Almanya Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Lîlav Hisên li Almanyayê di xwendina xwe yek ji pileyên herî bilind bi dest xist.

Li Rojhilatê Kurdistanê xwendekarê ku nimreya wî bigihe 20î tê wê wateyê nimreya herî bilind aniye.

Li beşên din, 10 û 100 hejmarên herî bilind in. Lê belê li Almanyayê berovajî vê yekê ye.

Di qonaxa amadeyî de, her kesê nimreya yek an kêmtir anîbe, ya herî baş e.

Ew kes jî kêmpeyda ne û li seranserê welêt rêz li wan tê girtin.

Lîlav Hisên keçeke Kurd a jîr e û kariye bigihîje wê astê.

Lîlav ji dayik û bavekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye lê li Almanyayê ji dayik bûye û li wir mezin bûye.

Lîlav Hisên bû mêvana bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û li ser kar û xwendina xwe bersiba pirsên Hêmîn Ebdullah da.

“Ez li koleja bijîşkî hatim qebûlkirin”

Lîlav Hisênê got, “Min karîbû nimreya 0,8 di qonaxa amadeyî de bi dest bixim ku yek ji puanên herî bilind e li Almanyayê.

Loma jî ez li koleja bijîşkî hatim qebûlkirin.”

Lîlav Hisênê da zanîn ku wê ev nimreya bilind bi alîkariya dê û bavê xwe bi dest xistiye.

Lîlava ku bi Kurdiyeke xweş diaxive û hîn temenê wê tenê 18 sal e, behsa çawaniya xwendina xwe kir û got:

“Min pir baş xwend û min hemû wextê xwe terxanî xwendinê kir û min her derketineke derve û tevlîbûnekê da alî û tevahiya bal û bîr û hişê min li ser xwendina min bû.

Ez zaf westiyam lê dema min nimreyên xwe wergirtin, ez pir kêfxweş bûm û min hemî westîna xwe ji bîr kir.”

Herwiha Lîlav Hisênê got, “Ez dixwazim bibim bijîşk û alîkariya nexweşan bikim lê ez dixwazim li zanîngeheke nêzî malbata xwe bixwînim.”

“Em Kurd in, divê em zimanê xwe baş zanibin”

Lîlav Hisên sedema Kurdiya xwe ya baş vegerande wê yekê ku ew her dem li malê bi Kurdî diaxivin û dibêje “Em kurd in, çawa dibe ku em zimanê xwe nizanibin.”

Hêvî jî xwest ku hemî Kurdên diyasporayê nimreyên baş bi dest bixin û serê xwe û serê malbatên xwe û hemî Kurdan bilind bikin û got:

"Em Kurd in, divê em zimanê xwe baş zanibin û pileyên herî baş bi dest bixin da ku serê Kurdan bilind bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst