Swêd yasaya yekkirina malbatê tundtir dike

13-07-2024
Swêd \ Wêne Rûdaw
Swêd \ Wêne Rûdaw
Nîşan Swêd Maria Malmer Stenergaard Penaber Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Swêdê jî ji bo rê li ber pêla penaberiyê bigire yasayên nû derdixe û hikûmet niha hewl dide yasaya yekkirina malbatê tundtir bike.

Gelek Kurdên ku niha li Swêdê dijîn bi saya yasaya yekkirina malbatê gihîştine wir ango pêşî yek ji wan wekî mînak, bav an dê ji malbatê çûye wir û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Paşê jî daxwaza anîna endamên malbata xwe kiriye.

Her çend di van salên dawî de pêvajoya yekkirina malbatê dijwartir bûbe jî Swêd yek ji wan welatên Ewropayî bû ku ji bo anîna malbatan hêsankarî kiriye.

Xuyaye ku ev yek dê ji niha û bi şûn de biguhere.

Wezîra Koçberan a Swêdê ragihandiye ku hikûmeta wê dixwaze lêkolîn bike ka yasayên taybet ên anîna malbatê çawa dikarin bên tundkirin.

Wekî Maria Malmer Stenergaard behs dike hatina gelek koçberan û xweneguncandina wan pirsgirêk ji Swêdê re çêkirine.

Tundkirina yasayên anîna malbatê dibe pêngaveke baş ji bo ku rewş bê guhertin.

Loma hikûmetê plan daniye ku heya 25ê Tebaxa 2024an planeke zelal ji bo vê yekê deyne û cîbicî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst