Kremlîn: Pûtîn dê li Tehranê bi Erdogan û Reîsî re bicive

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Rûsya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê 19ê Tîrmehê li Tehran a paytexta Îranê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bicive.

Peskov diyar kir ku Pûtîn ji bo ku beşdarî civîna wek formata Astanayê tê binavkirin ji bo hevdîtinên li ser Sûriyê bibe serdana Tehranê bike.

Peskov her wiha diyar kir ku Pûtîn û Erdogan dê hevdîtineke taybet jî pêk bînin.

Erdogan û Pûtîn bi telefonê axivîn

Serokê Rûsyayê Pûtîn roja Duşemê bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re bi telefonê axivîbû.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya ser bi Serokkomariya Tirkiyê, di hevdîtinê de ji bilî rewşa Sûriyê, şerê Ukrayna û Rûsyayê û avakirina korîdorên ewle ji bo hinardekirina genim li Deryaya Spî hat gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku Erdogan bal kişande ser wê yekê ku di hevdîtinê de giringiyê didin berfirehkirina mekanîzmaya dersînor a Sûriyê û diyar kir, dema wê hatiye ku li ser plana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo avakirina korîdorên ewle ya hinardekirina genim li Deryaya Reş dest bi xebatê were kirin.

Erdogan destnîşan kir ku divê şerê Ukrayna û Rûsyayê bi aştiyeke mayînde û dadperwerane bi rêya muzakereyan bi dawî bibe û wek Tirkiye ew amade ne ku ji bo vejandina pêvajoya muzakereyan her tiştî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst