Serokê Amerîkayê Joe Biden gihîşte Îsraîlê

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Joe Biden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya serdaneke fermî de çû Îsraîlê.

Joe Biden di çarçoveya serdana xwe ya herêmî ya ji bo Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdiyê de ku dê di navbera 13 û 16ê Tîrmehê were kirin, îro Çarşemê gihîşte Tel Avîv a paytexta Îsraîlê.

Joe Biden bi firokeya tîpa "Air Force 1" ya ku serokên Amerîkayê pê diçine welatan gihîşte Firokexaneya Ben Gurion a Tel Avîvê û li wir ji aliyê Serokkomarê Îsraîlê Ishaq Herzog, Serokwezîr Yair Lapid û Serokwezîrê berê Naftali Bennett ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Piştî ku di merasîmê de sirûdên her du welatan hatin xwendin, Herzog, Lapid û Biden gotar pêşkeş kirin.

Herzog di axaftina xwe de ji Biden re got, “Gelê Îsraêlê wek Yûsifê kurê Yaqûb ê ku li birayên xwe digere, bi hembêza vekirî û dilên xweş pêşwazîya we li axa pîroz dike.”

Serokkomarê Îsraîlê Ishaq Herzog di gotara xwe de her wiha anî ziman, “Birêz Serok, di tevahiya jiyana xwe de tu dostekî rast û piştgirê Îsraîl û gelê cihû, ewlekarî û bextewariya me bûyî. Di vê serdanê de hûn dê li ser mijarên ewlehiyê yên ku rasterast ji Îranê û aliyên ser bi wê ve derdikevin, gefa li ser Îsraîl û cîranên wê û herêma me dixe xeterê gotûbêj bikin.

Serdana we ya yekem a ji bo vir di sala 1973an de bû. Tenê çend hefte berî şerekî dijwar bûr. Îro li Bakurê Afrîkayê ji Derya Spî heta Kendavê bayê aştiyê difûre. Birêz Serok, ev gera aştiyê ye ji Îsraîlê ber bi Erebîstana Siûdî, ji axa pîroz heta Hecazê.”

Lapid: Her wiha serdaneke şexsî ye

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid diyar kir ku serdana Biden ne tenê serdaneke fermî ye, di heman demê de serdaneke şexsî ye jî, ji ber ku têkiliya wî bi Îsraîlê re her tim şexsî bûye.

Yair Lapid got, “We carekê xwe wek Sîyonîst bi nav kiribû. We gotibû ku ji bo ku bibî Siyonîst ne hewce ye ku cihû bî. Te rast digot. Tu Siyonîstekî mezin î û yek ji dostên herî baş ên Îsraîlê yî ku heta niha nas kiriye.”

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku dê ew di çarçoveya serdanê de li ser mijarên ewlekariya neteweyî biaxivin û wiha dewam kir, “Piştî Peymanên Îbrahîm û destkeftên Lûtkeya Necefê, em ê bi welatên Rojhilata Navîn re avakirina endazyariya aborî û ewlehî gotûbêj bikin û em ê li ser hewcedariya nûkirina koalîsyoneke cîhanî ya bihêz ku dê bernameya atomî ya Îranê rawestîne gotûbêj bikin.”

Biden: Ji bo ku bibî Siyonîst ne hewce ye ku cihû bî

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di destpêka axaftina xwe de got, “Ji bo min şeref e ku ez careke din bi hevalên xwe re me û serdana dewleta serbixwe ya Cihû ya Îsraîlê dikim.”

Joe Biden gotinên serdaneke xwe ya berî salan ya Îsraîlê ku gotibû ez Siyonîst im, bi bîr xist û anî ziman, “Min wê demê gotibû, niha dîsa dibêjim: Ji bo ku bibî Siyonîst ne hewce ye ku cihû bî.”

Joe Biden destnîşan kir ev cara 10emîn e ku di kariyera xwe de serdana Îsraîlê dike û wiha got, “Niha wek Serok ez bi serbilindî dibêjim ku têkiliyên me yên bi Dewleta Îsraîlê re kûrtir û bihêztir in.”

Biden wiha berdewam kir, “Bi vê serdanê em pêwendiyên xwe xurttir dikin. Em teqezî li ser pabendbûna Amerîkayê ji bo ewlehiya Îsraîlê dikin, di nav de xebata hevbeş bi Israîlê re li ser pergalên berevaniyê yên herî pêşkeftî yên cîhanê. Niha ez ê li ser şiyanên berevaniya mûşekî û roketan ên Îsraîl fêrî çend tiştan bibim.”

Çareseriya du dewletî

Biden bal kişand ser wê yekê ku ew ê berdewam bin li ser pêşvebirina entegrasyona Îsraîlê ya bi herêmê re û got, “Ji bo ku em hevkariya xwe ya aborî li Rojhilata Navîn û Hînd-Pasîfîkê kûrtir bikin, em ê tevkariyên wek Lûtkeya nû ya I2U2 ya ku dê Amerîka, Îsraîl, Îmaratên Erebî û Hindistanê bîne cem hev berfireh bikin. Aştiya mezintir, aramiya mezintir, têkiliyên mezintir ji bo hemû gelên herêmê girîng in.

Ji ber vê yekê, di vê serdanê de em ê li ser piştgiriya min a ji bo çareseriya du dewletî gotûbêjan bikin, her çend ez dizanim ku di demek nêzîk de dê nebe. Bi dîtina min ev rêya herî baş e ji bo misogerkirina wekheviya azadî, bextewarî û demokrasiyê ji bo Îsraîlî û Filistîniyan e.”

Biden bal kişand ser wê yekê ku ew dê serdana Muzexaneya Dîrokî ya Holokost Yad Vashem ji bo rêzgirtin û jibîrnekirina Cihûyên ku di Holokostê de canê xwe ji dest dane bike. Biden destnîşan kir ku ew ê "li dijî jehra antîsemîtîzmê têkoşîna xwe bidomînin".

Ev yekem serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden a bo Israîlê ye ji dema dest bi serokatiya Amerîkayê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst