Japonya mafê penaberiyê dide yekem Kurdê Bakurê Kurdistanê

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Japonya Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Japonya amadekariyan dike mafê penaberiyê bide welatiyekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ku ev yekem car e Kurdekî wî parçeyê Kurdistanê mafê penaberiyê li Japonyayê werbigre.

Li gor ajansa Kyodo ya Japonî, ciwanê Kurd ku temenê wî di ser 20 salan re ye û nav û navnîşanê wî nehatiye eşkerekirin, ji 2014an ve ji tirsa girtin û îşkencekirinê ji Tirkiyê reviyaye û hewara xwe gihandiye Japonyayê.

Di sala 218an de dadgeha bajarê Sapporo li Japonyayê daxwaza mafê penaberiyê ya wî welatiyê Kurd red kir, lê piştî îtîrazê, dadgeha bilind a Japonyayê mafê penaberiyê yê wî kesî qebûl kir.

Dana mafê penaberiyê ji aliyê Japonyayê ve gelekî zehmet e û gelek caran rêxistinên mafên mirov rexneyên dijwar li siyaseta penaberiyê ya Japonyayê digrin.

Parêzerên mafên mirovan, çalakvan û pisporên Neteweyên Yekbûyî rexne li siyaseta Japonyayê ya koçberî û penaberiyê digrin ku bi berdewamî standardên navneteweyî bi cih nayîne, û amaje bi wê yekê dikin ku Japonya tenê ji sedî 1ê serlêdanên penaberan qebûl dike û hin kes bi salan li navendên koçberiyê têne ragirtin.

Berê Japonyayê mafê penaberiyê daye Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê, lê ev yekem car e Kurdekî Bakurê Kurdistanê wî mafî werdigre.

Dadgeha Bilind a Japonyayê piştî biryara qebûlkirina penaberiya ciwanê Kurd ragihand, eger ew kes bo Tirkiyê bihatiba dîportkirin, eger hebû rûbirûyê lêdan û îşkenceyê bibe.

Di sala 2021 de Japonyayê mafê penaberiyê daye 74 kesan, ev jî rêjeya herî bilind e ji sala 1982an ve.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst