Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Rûdawê: Ji bo azadkirina rehîneyan em bi Îranê re gotûbêjan dikin

13-07-2022
RÛDAW
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên rehîneyan, Roger Carstnce. Wêne: Rûdaw
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên rehîneyan, Roger Carstnce. Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Roger Carstnce Îran Rehîne
A+ A-

Waşington (Rûdaw) - Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên rehîneyên welatê xwe li welatên din dibêje: “Ji bo azadkirina rehîneyên me yên li Îranê, em bi awayekî ne rasterast bi Tehranê re gotûbêjan dikin”. Roger Carstnce diyar dike ku ti rehîneyeke Îranê li Amerîkayê nîne û dibêje, “ewên li Amerîkayê hatine girtin di proseyekî darizandinê re derbas bûne û tawan jî bi ser wan de isbat bûne.”

Roger Carstnce, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên rehîneyên Amerîkayê li welatan, roja sêşemê 12ê Tîrmeha 2022an derbarê hewlên îdareya Biden bo azadkirina rehîneyên Amerîkî yên li Îranê ji Rûdawê re ragihand: “Gotûbêjên me yên ne raterast hene û berdewam in, û em hêvîdarin ev gotûbêj bigihên encamekê, lê mixabin nikarim ti zanyariyekê yan hûrgiliyekê derbarê danûstandinan de behis bilkim, ji ber herdem baştir e bi eşkerayî danûstandian nekin. Kurteya gotinên wî jî ew e ku ew di gotûbêjan de berdewam in, çi li gel îranê be yan welatekî din be ku Amerîkî bi şaşîtî li wan hatibin girtin.”

Roger Carstence ameje bi selamettirîn û bileztirîn rê bo vegeriandina rehîneyên Amerîkayê ji Îranê dike û dibêje, “Em li ser rêya xwe ya niha berdewam bin, gotûbêjên me yên ne rasterast hene û berdewam in, em hêvîdar in bigihên encameke baş.”

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê herwiha got, “Em dixwazin ew gotûbêj nihênî bin, di berjewendiya ti aliyekî de nîne ku hûrgiliyên wan gotûbêjan bên aşkerekirin û renge behskirina mijarê û aşkerekirina nihêniyê asûdeyiyeke giştî çê bike, lê belê di berjewendiya welat an jî zelaltir bêjim, di berjewendiya rehîneyan û malbatên wan de jî nîne.”

Roger Carstence red kir ku ti rehîneke Îranî li Amerîkayê hebe û got: Dema kesek li Amerîkayê tê desteserkirin, ew di proseyeke darazê re derbas dibin, belge hene û diçin pêşberî dadwer.

Hikûmeta Amerîkayê eşkere nekiriye ku çend Amerîkî li derve girtî ne, lê saziya Jamse Foly dibêje; nêzîkî 60 welatiyên Amerîkî li welatên Belarus, Borkîna Faso, Kambodya, Çîn, Kuba, Îran, Misir, Malî, Miyanmar, Nikaragwa, Rûsya, Siûdiye, Sûriye, Tirkiye, Oganda, Îmarat, Venezuela û Yemenê girtî ne.

Di Sibata 2021an de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand, 5 rehîneyên Amerîkî li Îranê ne û tekez kir, ew dê hemû hewldanên xwe bikar bînin daku wan kesan rizgar bikin û vegerînin Amerîkayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst