Li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

13-07-2020
RÛDAW
Nîşan Azerbaycan Ermenistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pevçûna li ser sînorê Azerbeycan-Ermenistanê de ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Duh li ser sînor li herêma Tovuzê  di navbera artêşa Ermenistan û artêşa Azarbeycanê de alozî derketibû.

Wezareta Berevaniya Azerbeycanê ragihandin ku li ser sînor li herêma Tovuzê pevçûna ku duh dest pê kir, heta nîvê şevê jî berdewam kir.

Li gor daxuyaniyê di pevçûnê de ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniya Azerbeycanê amaje kir ku wan bi şev bi top, hawin û tankan va kozik, topxane û wesayîtên artêşa Ermenistanê gulebaran kirin û niha rewş di bin kontrola wan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst