Civîna Biden-Erdogan: Tişt dê wek berê nemînin

Di rojên kampanyaya hilbijartina serokatiya Amerîkayê de, berbijêrê Demokratan Joe Biden di civînekê de bi hin rojnamevanên welatê xwe re behsa wê yekê kiribû ku divê piştevaniya opozisyona Tirkiyê were kirin ji bo guherandina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Bi hatina Biden bo Koşka Spî re, wek gelek tiştên din dibe ku sozên hilbijartinê neyên bicihanîn. Biden wek serok cuda ye û ne li guherandina Erdogan, lê li guherandina siyaseta wî difikire da ku Tirkiyê vegerîne nav xeleka Rojava.

Biden di yekem serdana xwe bo derveyî welêt de wek serok, ji bilî beşdariya wî di civînên G7 û NATOyê de, dê civînên fermî bi du serokan re pêk bîne: Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Joe Biden û Recep Tayyip Erdogan bi serokatiya du şandên bilind li Brûkselê ne û roja duşemê 14.06.2021 li kêleka civîna NATOyê, gelek xalên dij û hevpar wan kom dike.

Ti carî wek niha têkiliyên Washington û Enqerê bi vî awayî ne bêaramî bûn û ti carî jî wek niha hewcedariya herdu aliyan bi hev nebû.

Îdareya Biden û Tirkiyê

Bi hatina îdareya nû ya Amerîka re, dilgiranî û dilfikarî li Tirkiyê çêbû. Erdogan dizane serdema Donald Trump kuta bû û êdî nikare wek berê di dema lîstina golfê de bi telefonê Trump razî bike û kengî bixwaze telefonî serokê Amerîkayê bike. Bi hatina Biden re têkilî bi Koşka Spî re guherîn û Amerîkaya berê vegeriyaye.

Medyaya amerîkî belav kiriye ku di dema çar salên îdareya Trump de, Erdogan yek bû ji wan serokên ku bi zîrekiyeke mezin Trump bikar anî. Tew dizanîbû kengî telefonî wî bike û kengî Trump amade ye bi gotina wî bike.

Lewma piraniya telefonên Erdogan ji bo Trump, wan deman bûn ku Trump tenê li lîstikgeha gulfê bû û ji şêwirmendên xwe dûr bû ku nikarîbûn gotina xwe bêjin.

Wek şandiyê berê yê serokatiya Amerîka bo şerê dijî terorê Brett McGurk dibêje “Em hemû şaşwaz bûn dema me dît çawa serokê Amerîka bi telefoneke Erdogan biryara vekişîna ji Sûriyê da”.

Di çend mehên destpêkê yên îdareya Biden de, Amerîka xwest nîşanî Tirkiyeya Erdogan bide ku sert e û Tirkiyê ne hevpeymaneke baş e. Yekem pêwendiya telefonê ya Biden û Erdogan, piştî nêzîkî sê mehan ji hatina Biden hat pêkanîn. Wezareta Derve ya Amerîka çend daxuyanî li ser mafên mirov û binpêkirinan li Tirkiyê belav kirin. Cezayên kirîna S400 hatin bicihanîn û bi fermî jî ji çarçoveya F35 hate dûrxistin.

Lê siyaseta realîst û hêza ceopolîtîk a welatê Tirkiyê, ji vê bêhtir rê nade Biden tundtir be. Erdogan jî baş dizane ku êdî nikare tişta bixwaze bike û Amerîka jî bêdeng bimîne.

Îdareya Biden dixwaze û biryar daye hevpeymaniya NATO li dijî Rûsyayê bihêztir bike û ti boşahiyekê ji Putin re vala neke, lewma nabe Tirkiyeya duyem hêza NATOyê, ji Rojava bêhtir dosta Rûsyayê be. Washington baş dizane ku Erdogan siyasetmedarekî pragmatîk e û av li kû hebe dolika xwe tê de wer dike.

Erdogan li ser herdu werîsên amerîkî-rûsî dilîze. Dostê Putin e û S400 jê dikire. Di heman demê de firokeyên dron difiroşe Ukraynaya dijmina rûsan.

Biden û Erdogan: Pênc nakokiyên sereke

Yekem: Mijara dostaniya Rûsya û kirîna sîstema berevaniya S400. Koşka Spî û Kongres dibêjin hevpeymana NATO û hevbeşa Amerîka ti carî çekan ji Rûsyayê nakire.

Duyem: Bo îdareya Biden mafên mirov mijareke sereke ye. Îdareya Biden bi ti awayî ji rewşa mafên mirov li Tirkiyê ne razî ye.

Sêyem: Rojavayê Kurdistanê bo îdareya Biden giring e û dest jê bernadin. Tirkiyê jî bawer dike û dibêje eger Amerîka hevpeyman e nabe hevkariya HSDê bike.

Çarem: Anokrasiya Erdogan a enerjiyê. Biden pir li dijî wan karên Enqerê ye ku li dijî Yewnanistanê dike.

Pêncem: Tirkiyê daxwaza radestkirina Fethulla Gulen dike ku li Amerîka ye û tometbarê derbeyê ye.

Biden û Erdogan: Çar xalên hevbeş

Yekem: Bihêzkirina NATO û piştevaniya Ukraynayê.

Duyem: Mijara Efganistan û pêvajoya aştiyê.

Sêyem: Piştevaniya xelkê Idlib li Sûriyê û rawestana li dijî Esed.

Çarem: Şer li dijî PKKê, bi şertê tev li dosyeya Rojavayê Kurdistanê neyê kirin.

Roja duşemê li Brûkselê dê herdu şandên bilind ên Amerîka û Tirkiyê van mijarên nakok û hevpar gotûbêj bikin.

Biden seba rûbirûbûna Rûsyayê amade ye bi Erdogan re li hev bike. Erdogan jî baş dizane rewşa aborî ya Tirkiyê ne baş e û pêwîstiya desthilatxwaziyên Enqerê bi piştevaniya Amerîkayê heye.

Heft bendewarî ji lûtkeya Biden-Erdogan

Yekem:  S400 a rûsî êdî hatiye kirîn û şuxlandin. Pir dijwar e Tirkiyê dev jê berde. Di civîna duşemê ya Biden û Erdogan de, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê herdu alî proposalê pêşkêş dikin.   Biden û Kongres di vê mijarê de pir sert in û sazişên mezin nakin. Tirkiyê bi nêt e sîstema rûsî bixe destê tîmeke hevbeş a tirkî û amerîkî. Lê dibe ku Biden qebûl neke û dorpêçan bi hêsanî raneke.

Duyem: Li ser mijara Efganistan û pêvajoya aştiyê, hevkariya bêhtir bikin. Biryar e konferansa aştiya Efganistanê li Stenbolê were sazkirin. Biden kişandina ji Efganistanê pir giring dibîne û di vî karî de jî pir pêwîstiya wî bi Enqerê heye.

Sêyem: Biden bi zimanekî aşkira li ser binpêkirinên mafên mirov li Tirkiyê diaxive û li dijî girtina rojnamevan û mafên hevzayendan e. Tê çaverlkirin ji Erdogan re bêje heke tu dixwazî têkilî pir baş bibin, nexwe divê çavê te li başkirina vê dosyeyê be.

Çarem: Li gor rayedarên vê îdareya nû, Biden daxwazê ji Erdogan dike ku çavê wî li firehxwaziya li Rojavayê Kurdistanê nebe û ew qebûl nakin. Li hember vê Erdogan daxwaz dike îdareya Biden piştevaniya Tirkiyê di şerê dijî PKKê de li Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Amerîka amade ye hevkariya Enqerê di şerê dijî PKKê de li Iraqê bike. Ev jî yek e ji nerînên Antony Blinkenê wezîrê derve yê îdareya Biden ku daxwaz dike Tirkiyê dev ji Rojava berde. Li hember vê Washington hevkara bihêz a Tirkiyê be di kuştina serkirdên PKK û lêxistina wan de li Iraqê.

Pêncem: Biden daxwazê ji Erdogan dike bi Yewnanistanê re aşt bibe û êdî wî welatî qet dilgiran neke.

Şeşem: Amerîka û Tirkiyê piştevaniya Idlibê dikin, li dijî Esed radiwestin û nahêlin xelk koçber û derbider bibe.

Heftem: Amerîka ji ber rêzgirtina li dadgehê amade nabe Gulen radestî Tirkiyê bike.

Dibe ku civîna Biden û Erdogan hemî mijaran çareser neke. Lê ya cuda ew e ku îdareya nû ya Amerîka dixwaze bi rastî bi Tirkiyê re li hev bike û hin tiştan yekalî bike ji bo ku jê re derkeve bi rastî Tirkiyê dost e yanê neyar.

Di bersiva pirsekê de jî derbarê ka çawa dikarin li hev bikin, berpirsekî Koşka Spî gotiye "Kes wek Biden Erdogan nas nake".