Kremlîn: Lûtkeya Trump û Kim selimand ku Putin rast bû

13-06-2018
RÛDAW
Nîşan Kremlîn Donald Trump Kim Jong-un Vladimir Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku lûtkeya Donald Trump û Kim Jong-un îsbat kiriye ku Vladimir Putin di nêrînên xwe yên derbarê Koreya Bakur de rast bûye.

 

Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov roja çarşemê 13-06-2018an di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku lûtkeya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un îsbat kir ku nêrînên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ên derbarê Koreya Bakur de rast bûne.

 

Dmitry Peskov herwiha diyar kir: “Putin li ser wê yekê rast bû ku digot ji bo çareserkirina pirsgirêkên Koreya Bakur pêwîst e gotûbêjên rasterast li gel wî welatî werin kirin, lûtkeya Trump û Kim ev yek selimand.”

 

Peskov amaje bi wê yekê kir ku niha aloziyên navbera Koreya Bakur û Amerîkayê kêm bûne û rewşa nîvgirava Koreyê aram bûye, lê nabe were çaverêkirin ku hemû pirsgirêk di nav demjimêrekê de werin  çareserkirin.

 

Roja 12-06-2018an Donald Trump li Sîngapûrê li gel Kim Jong-un civiya û di civînê de li ser jiholêrakirina çekên atomî û rakirina cezayên ser Koreya Bakur hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst