Li Parîsê navê Yilmaz Guney didin çarrêyanekê

13-06-2017
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Guney nav xaçerê Parîs Fransa
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li devera 10emîn a paytexta Fransayê bajarê Parîsê, navê Yilmaz Guney didin çarrêyanekê.

 

Şaredariya devera 10emîn pêşniyara Enstîtuya Kurdî ya Parîsê nirxand û bi yekdengî biryar dan ku navê Yilmaz Guney bidin çarrêyanekê.

 

Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, di 30ê Hezîranê saet 12:00an de merasîma vekirina çarrêyanê dê were kirin.

 

Merasîm ji aliyê komeleya “Espace Universel” ve dê were lidarxistin û herwiha pêşangeha wêne û afîşan jî dê were pêşkêşkirin.

 

Yilmaz Guney di sala 1982an de li Cannesê bi fîlmê xwe yê bi navê “Rê” xelata Palmiyeya Zêrîn bi dest xistibû.

 

Yilmaz Guney demên dawî yên jiyana xwe li Parîsê li mişextiyê derbas kiribû û herwiha li wir koça dawî kir û li wir hate binaxkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst