Li Rûsyayê balafireke şer û helîkopterek ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Bryanska ya Rûsyayê firokeya şer a ji cureya "Su-34" û helîkoptera ji cureya "Mi-8"ê ketin xwarê.

Ajansa nûçeyan a TASSê li ser zarê rêvebirên herêmî yên servîsa bilez ragihand ku li herêma Bryanskê ji ber ketina helîkopterekê 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat gotin ku agir bi motora helîkopterê ketiye û ji ber vê jî helîkopter ketiye xwarê.

Ji bilî vê li heman herêmê nêzî sînorê Ukraynayê jî balafira şer a ji cureya Su-34ê ket û der heqê kesên di balafirê de hêj tu daxuyanî nehatiye dayîn.