Rûsyayê li ser tohmetên destwerdana di hilbijartinên Tirkiyê de daxuyanî da

13-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Serokatiya Rûsyayê tohmetên Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu red kir ku Rûsya bi destwerdana di hilbijartinên welatê xwe de tohmetbar kiribû.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov roja Înê 12ê Gulana 2023an got, “Em bi tundî daxuyaniyên bi vî rengî (ku em destwerdana hilbijartinên Tirkiyê dikin) red dikin û diyar dikin ku ti destwerdanek nîne.” Peskov her wiha got, “Heger kesekî agahiyeke wiha daye Birêz Kiliçdaroglu, ne rastgo ye.”

Berdevkê Kremlînê ragihand, Moskow peywendiyên dualî yln bi Tirkiyê re girînf dibîne û got, “Tirkiye di mijarên herêmî û cîhanî de xwedî helwesteke pir berpirsiyar, jîr û serbixwe ye.”

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu roja 11ê Gulana 2023an gotibû, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene. Eger hûn dixwazin piştî 15ê Gulanê dostaniya me berdewam be destê xwe ji dewleta Tirkan bikşînin. Em hîn jî alîgirê hevkariyê û dostaniyê ne.”

Di 14ê Gulanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xelk dê ji bo parlamentoyê û serokkomariyê herin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst