Bi fîşekên hewayî êrîş li Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê hat kirin

13-05-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Fransa Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 12ê Gulana 2022an li Fransayê, li gorî saeta herêmî di saet 02:30an de, kesên nasnameya wan nediyar fîşekên hewayî avêtine Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyê li Parîsê.

Di êrîşê de ziyan li cam û dîwarê derve yê avahiya konsulxaneyê çêbû. Rayedarên Fransayê derbarê êrîşê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku rêxistinên ser bi PKKê ve berpirsyariya êrîşê girtine ser xwe ku çavkaniyan diyar kirin ku di vî warî de agahî hatine bidestxistin.

Li ser hesabê Twitterê yê Parêzgariya Hauts-de-Seine hat parvekirin ku Parêzger Laurent Hottiaux êrîşa li dijî Konsulxaneya Parîsê ya li Boulogne-Billancourt a Tirkiyê şermezar kir.

Li aliyê din heta niha rêxistinên ser bi PKKê li ser êrîşê daxuyanî nedane û berpirsyariya êrîşê negirtine ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst