Di serdema nû ya cîhanê de sîxurî

13-05-2019
RÛDAW
Nîşan Sîxurî Cîhan Telefon Înternet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîhana sîxurî rûbirûyî çendîn guhertinên mezin ên siyasî, yasayî, civakî û bazirganî bûye. Di rewşeke wisa de ajansên îstixbaratê neçar in xwe li gel vê rewşa nû biguncînin, lê gelo ew guhertin çi ne ku bi ser vî warî de hatiye? Kovara Foreign Policy di raportekê de behsa wan guhertinan dike.

 

Guherîna hevsengiyê

 

Hevsengiya hêzê li cîhana sîxurî guheriye, ji ber ku "wisa bûye ku welatên rojavayî (welatên vekirî) bi zehmetî dikarin sîxurî li Îran, Çîn û Rûsyayê (ango welatên girtî) bikin, lê belê ajansên wan ên îstixbaratê, bi awayekî hêsantir sîxurî li cihên din ên cîhanê dikin".

 

Ji aliyekî din ve hevsengiya zanyarî û teknolojiya sîxurî ya di navbera wan welatên zilhêz û welatên din de zêdetir têk diçe, di demekê de ku di sîxuriya modern de şarezayiya teknîkî rola cewherî dilîze, ne ku tora mirovên sîxur.

 

Di sektora taybet de sîxur

 

Serdemên berê sîxurên hikûmetê piştî temambûna temenê xebata wan di sektora giştî de, diviyabû bi aweyekî herdemî dest ji kar û şêwirmendiya îstixbaratê berde. Lê belê êdî ew serdem bi dawî bûye, ji ber ku sînorên navbera "karê îstixbaratê li sektora giştî û li sektora taybet kal bûye û belênderên taybet beşeke sereke ya cîhana sîxuriyê ne".

 

Berê eger pêwîst bûya, sîxur an şêwirmendên dezgehên îstixbaratê yên rojava jiyaneke bêdeng derbas dikirin, niha ew rewş guheriye û kesên ku berê li dezgehên îstixbaratê yên hikûmetê kar kirine yan xanenişînên dezgehên îstixbaratê ne, dikarin li kompaniyên taybet ên îstixbaratê karek bi dest bixin.

 

Kompaniyên sektora taybet şarezayî û alavên xwe yên sîxuriyê dixin xizmeta welatên din, mînaka herî eşkere jî kompaniya NSO ya Îsraîlê ye ku şarezayên xwe yên hacker, ji Erebistana Siûdî re firotine.

 

Serêşiya teknolojiyê bo sîxuran

 

Yek ji mezintirîn tehedayên li ber dezgehên îstixbaratê veşartina nasnameya sîxurên xwe ye, ji ber ku eşkerebûna wan pirsgirêkên mezin li hember hemû torên wê dezgeha îstixbaratê çêdike. Berê ji bo eşkerekirina nasnameya gumanbarek pêwîstî bi sedan rûpelên dokument hebû, niha dezgeheke îstixbaratê dikare di çend xulekan de perde ji ser gumanbarên bîst sal berê rake, niha teknolojiya nasîna rû (face recognition) dikare di çend xulekan de rûyê gumanbarekî bi hûrgilî binase.

 

Înternet sedemeke din e ji bo eşkerekirina nasnameya sîxuran, lêgerîneke çend xulek a li ser înternetê, dikare wêneya gumanbar ji cihên cuda cuda û li gel xelkê bixe ber destê dezgehên îstixbaratê, weke mînak; wêneyeke çend sal berê ya gumanbar ku li gel çend karbidestên Amerîkî, dikare gumanên li cem dezgeha îstixbaratê ya Rûsya an Çîn bihêztir bike.

 

Amûra sîxuriyê: Telefon

 

Li gor raporta kovara Foreign Policy, telefona destan yek ji çavkaniyên herî sereke yên komkirina zanyariyan e li cem dezgehên îstixbaratê, ji ber ku dezgehên îstixbaratê dikarin hak bikin û agahdarê hemû peywendiyên dengî û nivîskî yên gumanbar bin, agahdarê hemû liv û tevgerên wan bin, yan bêyî ku haya gumanbar hebe, mîkrofona telefona wî bi kar bînin û hemû axaftinên wî yên rojane û yên derdora wî guhdarî bikin.

 

Di rewşeke wisa de ew kes nikare telefona xwe hilnegre, ji ber ku ev gumaneke zêdetir li cem dezgehên îstixbaratê yên welatê ku lê ye çêdike, weke çawa ku nikare zû zû hejmara telefona xwe yan telefona xwe ya destan biguherîne, ji ber ku ev jî reftareke gumanî ye, piraniya mirovên asayî hejmara telefona xwe naguherînin û herî kêm heta salekê telefona xwe ya destan bi kar tînin.

 

Sîxurî, yasa û normên civakî

 

Di nav du salên derbasbûyî de welatên rojavayî, dîbeyteke mezin li ser sînorê karkirina dezgehên îstixbaratê derketiye holê, beşeke mezin ji wê dîbeytê peywendiya wê bi parastina zanyariyên bikarhênerên teknolojiya dîjîtal heye.

 

Vê dîbeytê hikûmetên welatên rojavayî neçar kiriye astengên yasayên tund ji bo karkirina dezgehên îstixbaratê deynin. Van astengan jî wisa kiriye ku dezgehên îstixbaratê yên rojava li gor dezgehên îstixbaratê yên welatên weke Çîn û Rûsyayê, bi awayekî sînordartir bixebitin.

 

Weke mînak; li rojava ji bo ku ajanseke îstixbaratê, mafê wê yê wergirtina tomara deng yan nameyeke telefona kesekî hebe, divê biryara dadgehê hebe, lê belê hikûmeta Çînê ji hemû kompaniyên sektora taybet û  sektora giştî daxwaz kiriye ku di warê dîjîtal de alîkariya dezgehên îstixbaratê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst