Hikûmeta Srî Lankayê torên civakî daxistin

13-05-2019
RÛDAW
Nîşan Srî Lanka Torên Civakî
A+ A-

Kolombo (Rûdaw) - Piştî ku êrîş bi ser çend mizgeft û mal û milkên Misilmanan de hatiye kirin, hikûmeta Srî Lankayê îro careke din torên civakî yên weke facebook û whatsapp daxistin.

 

Li gor zanyariyan, çend girûpên nenaskirî êrîşî dikanên ku malbatên wan Misilman in kirine li bajarê Çîlaw ê li rojavayê wî welatî û kevir barandine ser wan. Herwiha kesek bi tohmeta handana xelkê li ser torên civakî ji bo wan êrişan hatiye desteserkirin.

 

Berpirsên ewlekarî yên Serî Lankayê jî ragihandin ku wan hêzeke zêde li wan navçeyan belav kiriye daku rê li ber hemû kiryarên tundûtîjiyê bigrin.

 

Li gorî daxuyaniyeke polîsê Serîlankayê, kesek bi tometa handana xelkê ji bo tundûtîjiyê li ser torên civakî hatiye girtin.

 

Derketina aloziyê di navbera Misilman û Mesîhiyên Srî Lankayê piştî wê yekê tê ku roja 21-04-2019an li çend dêr û hotelên wî welatî bûbûn armanca çend teqînan û herî kêm 290 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst