Vatîkanê Filistîn wek dewletek serbixwe nas kir

 Hewlêr (Rûdaw) – Dewleta rûhanî ya Vatîkanê, bi fermî Filistîn wek dewletek serbixwe nas kir.


Ajansa Associated Press ragihand, Vatîkanê îro ragihand ku ew Filistînê wek dewletekê nas dike.


Tê gotin piştî vê biryara Vatîkanê, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û Papa Franciscus dê bi hev re rûnên.

Filistîn ku welatekî biçûk e li Rojhilata Navîn, sala 1947ê bi biryara Netewên Yekbûyî bû du parçe; Ereb û Cihû.

Salekî piştî parçebûna Filistînê, Îsraîl li herêma cihûyan hat avakirin lê welatên erebî bi tundî li dijî vê yekê derketin, bi vî rengî şerê ereb û cihyan dest pê kir.

Li Filistînê hikûmetek xweser heye ku ji aliyê zêdetirî 100 welatên cîhanê ve hatiye naskirin lê nûnerê Filistînê di NY de tine.

Nifûsa Filistînê derdora 8 milyon kes e.