Koşka Spî: Hevdîtinên bi Îranê re gelekî pozîtîf û erênî bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku hevdîtinên li Umanê ya bi Îranê re "gelekî pozîtîf û erênî" derbas bûn.
Gera yekem a hevdîtinên di navbera Îran û Amerîkayê de doh li Umanê hatin lidarxistin.
Koşka Spî derbarê hevdîtinên Amerîka-Îranê daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê berpirsê ji karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff bi mazûvantiya Bedr bîn Hamed el-Busaîd bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hevdîtin gelekî pozîtîf û erênî derbas bûn".
Her wiha hat ragihandin ku Wîtkoff ji Eraqçî re telîmata Trump a wekî "pirsgirêkên di navbera herdu welatan de bila bi diyalog û dîplomasiyê" bên çareserkirin, ragihand.
Li gorî daxuyaniyê pirsgirêkên di navbera her du welatan de aloz in û hat destnîşankirin ku Wîtkoff ji bo pêwendiya rasterast ji bo her du aliyan jî pêngaveke wisa ye ku dê encamên erênî derxîne holê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du alî dê 19ê Nîsanê dîsa hevdîtinê bikin.