Almanya dixwaze 13 hezar koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dersînor bike

Dersînorkirina koçberan ji Almanyayê /Wêne: dpa

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e Almanya 200 hezar koçberên ku bi rêyên neyasayî çûne nav wî welatî careke din vegerîne welatên wan.

Derdora 13 hezar ji wan koçberan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.

Hikûmeta Almanyayê biryar daye ku ew koçberên bi rêyên neyasayî çûne nav wî welatî û penaberiya wan ji aliyê saziyên peywendîdar ve hatiye red kirin, dersînor bike.

Wezîrê Karên Navxwe yê kabîneya nû ya Hikûmeta Almanyayê Alexander Dobrindt ragihandiye ku dema wî dest bi kar kir dê biryarnameya derbarê dersînorkirina koçberan de îmze bike.

Almanya ku li gel Tirkiyeyê derbarê vegerandina koçberan de “Peymana Paşdevegerandinê” heye, li gel Yunanistan û welatên din ên cîran jî derbarê mijarê de li hev kiriye.

Li gorî zanyariyan li Almanyayê derdora 240 hezar koçberên neyasayî hene.

Tê pêşbînîkirin 200 hezar ji wan koçberên ku penaberiya wan hatiye redkirin bo welatên wan bên vegerandin.

Di grûba yekem a  koçberên ku eger heye  bo welatên wan bên vegerandin de derdora 13 hezar koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hene.

Tê pêşbînîkirin ku wekî Efganistanê balafirên dersînorakirina koçberan ji bo Tirkiyeyê jî  bên şandin.

Li gorî zanyariyan, tenê di sê mehên destpêka îsal de derdora 5 hezar koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêyên neyasayî çûne Almanyayê.