Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin

Hewlêr (Rûdaw) - Almanyayê ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku ji wî welatî derkevin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku aloziya niha ya li herêmê bi taybetî ya di navbera Îsraîl û Îranê de dibe ku bibe sedema rûdana metirsiyeke ji nişka ve.

Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin serdana Îranê.

Almanyayê herwiha ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku di demeke kurt de ji wî welatî derkevin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dibe ku rewşa ewlehiyê bilez û bêyî hişyariyeke pêşwext têk biçe.

Almanyayê di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku ji ber aloziyan di rêyên veguhastina esmanî, bejayî û deryayî de astengî çêbibin û ketin û derketina ji Îranê zehmet bibe.