Macron: Eger Le Pen bibe serokomar dê nijadperestî vegere

13-04-2022
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Fransayê Emmanuel Macron Marine Le Pen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di mitînga ku li Strazburgê de got têkoşîna wî ne tenê ji bo Fransayê, di heman demê de ji bo Ewropayê ye jî.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û rastgira tund Marine Le Pen  roja 24ê Nîsanê di gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de derdikevin pêşberî hev, lê serokê Fransa ji niha ve hişyariya wê yekê dide ku eger rikebera wî were hilbijartin dê derî li ber pêvajoyeke metirsîdar vebe.

Emmanuel Macron got rastgirên tundrew dixwazin ji Yekîtiya Ewropayê derkevin, eger Le Pen bibe serokomar, li Ewropayê dîsa nijadperestî û şer dê çêbibe.

Macron anî ziman li Ewropayê bi hezaran sal şer çêbûne, Ewropa bi şerên navxweyî hat avakirin û ji ber şerê di navbera nijadperestan de gelek caran bi hilweşînê re rûbirû maye.

Serokomarê Fransayê herwiha destnîşan kir wek li rewşa Hungaryayê, Le Pen jî her ku diçe zirarê dide hiqûqê, xewna împaratoriyê dîsa tên dîtin û wiha axivî: “Ev îro xewna Rûsya û yên hinekan e. Hinek dixwazin bidin qanîkirin ku çareseriya ji bo Fransayê ji Yekîtiya Ewropayê derketin e, lewra dixwazin bi dijî Ewropayiyên din têkoşînê bikin.”

Roja 24ê Nîsanê wê xelkê Fransa biryarê bide ka rêveberiya welatê xwe dide destê kîjan berbijêrî. Heta niha jî şensê Macron li hemberî Le Pen zêdetir xuya dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst