Endamekî DAIŞê li Almanyayê hat dadgehkirin

13-04-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya DAIŞ Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Sûrî yê 21 salî bi sûcê endametiya DAIŞê ku li Almanya hatibû girtin, dadgehkirina wî li bajarê Dresden dest pê kir.

Welatiyekî Sûrî yê bi navê Ebdullah Hec Hesen 21 salî bi sûcê endametiya DAIŞê ku li Almanya hatibû girtin, li bajarê Dresdena Almanyayê dadgehkirina wî dest pê kir.

Ebdullah Hec Hesen, ku bi xwe ji Helebê ye, dema ku çûbû Almanyayê temenê wî di bin 18 salî de bû.

Ebdullah Hec Hesen di 4ê Cotmeha 202aan de di nava bajarê Dresdenê de bi kêrê êrîşî 2 kesên Alman dike û di encamê de kesê bi navê Thomas L. (55)  tê kuştin û yê binavê Oliver (53)  jî bi giran birîndar dibe.      

Dozgeriya Almanyayê dibêje ku Ebdullah Hec Hesen endamê DAIŞê ye û kesekî terorîst e.

Hewriha dozgeriya Almanyêy ragihand ku Ebdullah Hec Hesen 2 sal plana êrîşan kiriye û di zindanê de jî ew li ser êrîşan fikiriye û plan çêkiriye.

Li gorî ku dozgeriya diyar kir Ebdullah Hec Hesen gotiye dema ku ew ji zindanê derkeve ew ê kafiran bikuje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst