Austin ligel NATOyê dicive û dosya Rûsyayê mijara serekî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin li Belcîkayê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê dicive.

Piştî serdana xwe ya bo Îsraîlê û civîna ligel Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê Benny Gantz û berpirsên din ên wî welatî, biryar e îro Austin ji Îsraîlê ber bi Belcîkayê ve bikeve rê û li Brukselê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û berpirsên payebilind ên din ên wê rêxistinê bicive.

Pirsa Rûsya û zêdekirina hêzên xwe li ser sînorên Ukrayna û herwiha metirsiyên welatên NATOyê ji tevgera Moskowê li ser sînorên welatên Yekîtiya Ewropayê dibin mijarên serekî yên gotûbêjên navbera herdu aliyan.

Biryar e piştî Belcîkayê, Austin ligel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê bicive û piştre serdana Brîtanyayê bike û ligel Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî jî bicive.

Geşta Austin bo Îsraîl û Ewropayê di çarçoveya siyaseta îdareya Biden de ye bo tekezkirina li ser bihêzkirina peywendiyên Amerîkayê ligel welatên hevpeymanên wê.