Encûmena Asayîşa Navdewletî serdana Iraqê dike

13-04-2018
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayîşa Navdewletî Sûriye Bangladeş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî ragihand ku meha Gulana dahatû her 15 welatên endamê Encûmena Asayîşa Navdewletî serdana Iraq, Bangledeş û Burmayê dikin.

 

JI meha Tebaxa 2017ê ve Encûmena Asayîşa Navdewletî hewl dide serdana Burmayê bike ku ji ber operasyonên leşkerî yên artêşê nêzîka 700 hezar kes ji Rohînga reviyane û berê xwe dane Bangledeşê. NEteweyên Yekbûyî jî vê bûyerê wek komkujiya etnîkî binav dike.

 

Li ser pirsa gelo balyozên her 15 welatên Encûmena Asayîşê dikarin serdana wilayeta Racîn bikin ku Artêşa Burmayê bi tundûtûjiya beramberî kêmîneyên Rohîngayê tê tawanbar kirin?, Çavkaniyeke diplomatîk got: "Ji aliyê lojîstîkî ve mijar gelekî aloz e, emê daxwaz bikin ku bi balefirê bi ser navçeyê de bigerin."

 

Hevdem çavkaniyeke din a diplomattîk jî wiha dibêje: "Armanca serdana Burmayê, başkirina rewşa penaberan, rêgirtin li binpêkirina mafê mirov û gotûbêjkirina plana Kofî Annan e ligel desthilatdarên Burmayê daku mafê nasnameyê bide kêmîneyên Misilman ên Rohîngayê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst