Sûdan- Xelk diçin ser sindoqan

Navenda Nûçeyan- Yekemîn hilbijartinên parlamento û serokatiyê piştî cudabûna başûrê Sûdanê di sala 2011an de li wî welatî têne kirin.

Li gorî Komîsyona Niştimanî ya Hilbijartinan, îro seat 08:00ê 13 milyon kes li Sûdanê diçin ser sindoqên dengdanê.

Ev jî yekemîn car e ku Omer Hesen Beşîr û partiya wî piştî cudabûna başûrê Sûdanê, rastî hilbijartinan tên.

Omer Beşîr soz daye ku eger di hilbijartinan de biser bikeve, wê rewşa aboriya welat baştir bike û rêjeya bêkariyê kêm bike.

Ji ber ku piştî cudabûna başûr, parek ji sê parên zeviyên petrolê ji dest dan û bi wê sedemê jî dahata petrola welat daket û bêkarî zêde bû.

Partiyên din jî radigihînin ku bi sedema astengkirina dijbereyê, dezgehên ragihandinê û çalakiyên civaka sivîl, rewşeke wiha pêkaniye ku zehmet e hevrikiya Omer Beşîr bê kirin ku ji sala 1989an ve desthilatdar e.