Ocalan wek namzedê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2014an hat qebûlkirin

13-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, li ser pêşniyar û daxwaza Parlamenterê Tevgera Gorran Heval Kwêstanî, Komîteya Nobelê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wek namzedê xelata Nobelê a aştiyê ya îsal qebûl kir.

Li gorî ANFê, parlamenterê Gorranê li Parlamentoya Kurdistanê Heval Kwêstanî, 18ê Tîrmeha par serî li Komîteya Nobelê ya li Norvecê da û ji komîteyê xwest, Ocalan wek namzedê xelata aştiyê ya Nobelê ya 2014an qebûl bike.

Li gorî nûçeyê, Kwêstanî daye zanîn ku çend roj beriya niha Komîteya Nobelê bersiva wî daye û jê re ragihandiye ku Ocalan wek namzedê xelata aştiyê ya Nobelê ya sala 2014an hatiye qebûlkirin.

Heval Kwêstanî behsa naveroka daxwaznameya xwe kir û got, di nameya xwe de bo Komîteya Nobelê nivîsiye ku Ocalan bi peyama xwe ya Newroza par her wiha ketina navê wî di lîsteya 100 kesên bihêz ên cîhanê ya rojnameya Timesê de ev xelat heq kiriye.

Wî parlamenterê Gorranê her wiha bal kişand aliyên mîna hev ên Ocalan û Nelson Mandela û got, çawa ku Mandela li Afrîqa Başûr pirsa gelê xwe çareser kir Ocalan jî rolek wisa di çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê bi şêwazên aştiyane û demokratîk dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst