Li Mizgefta Mezin a Moskowê nimêja terawîhan

Moskow (Rûdaw) - Mizgefta Mezin a Moskowê, jê re her weha Mizgefta Tataran jî tê gotin di êvarên meha Remezanê de dibe cihê kombûna rojîgiran.

Çaremîn nimêja Terawîhê li Migefta Moskowê demjimêr 20:30 xulekî dest pê dike.

Kerkerên rojîgir ên ku ji ber kar nikarin beşdarî nimêjên bi roj bibin, di nimêja terawîhê de her çar qatên mizgeftê tije kirine.

Arslanbêk ê Daxistanî 20 sal e hemû nimêjên terawihê li vê mizgeftê dike.

“Nexweşiya min a şekir jî heye lê ez ti zehmetiyê nakşînim”

Xelkê Komara Daxistanê ya Rûsyayê Arslanbêk got, “20 sal in li Moskowê dijîm û tevahiya salê her rojên Duşem û Pêncşemê ez rojî digrim.

Her çend nexweşiya min a şekir jî heye lê ez ti zehmetiyê nakşînim.

Bi alîkariya Xwedê, ez hemû rojên meha Remezanê rojî digrim û her êvar têm nimêja terawihê. ”

Li gorî daneyên ne fermî, li Rûsyayê ji 25 ta 30 mîlyon misliman dijîn.

Ji bilî wan, nêzî 2 mîlyon karkerên koçber û xwendekar ên ji komarên Sovyeta berê jî li bajarên cuda yên Rêsyayê hene.

“Tevî ku em ji malbatên xwe dûr in, em rojiya xwe îhmal nakin”

Xwendekarê ji Tacikistanê Hemîd anî ziman, “ Ez xwendekar im, ji Tacikistanê me û du sal in li Moskowê dixwînim.

Tevî ku em ji malbatên xwe dûr in, em rojiya xwe îhmal nakin.

Em hejmarek xwendekar kom dibin, bi hev re fitara xwe amade dikin, bi hev re tên nimêja teravihê.

Li Tacikistanê em jê re dibêjin Şom. ”

Yek ji taybetmendiyên balkêş ya Rûsyayê ew e ku rojên vî welatî dirêj in.

Ji ber ku bi erdnîgariya Rûsyayê li nîvgilora bakûrî cih digre û gelek bajarên wê jî nêzî cemsera bakûrî ne.

Bi taybetî, dema ku Remezan dikeve werza havînê, maweya rojiyê li wan bajaran digihije ta 19-20 demjimêranjî.

“Birincê Ozbekî li cîhanê pir navdar e û tenê mêr dipêjin”

Karkerê ji Ozbekistanê Ekber diyar kir, “ Amadekirina xwarinê ji bo me pirsgirêk nîne.

Mêrên Ozbek, heta ne tenê Ozbek, belkî hemû mêrên li Asyaya Navîn: Qirxiz, Tacik jî pir baş dikarin xwarinê bipêjin.

Birincê Ozbekî li cîhanê pir navdar e, ew birinc tenê mêr dipêjin.

Li ser sifrên me divê her cure şîranî jî hebe. Divê nanê tenûrê hebe.

Ji goştê helal bigire, her cure xwarin, hemû li Moskowê peyda dibin. Loma jî, hevjînên me, ne li cem me bin jî, ji bo me karkeran ne asteng e.”

Li bajarê Moskowê ku gelheya wê nêzî 13 mîlyon û hejmara misilmanan jî 3 mîlyon 500 hezar kes tê zanîn, tenê çar mizgeft hene.

Di wan demên dawî de lîderên rûhanî yên mislimanan daxwaza avakirina hîn zêdetir mizgeftan dikin.