Putîn: Rûsya ji şerê nukleerî re amade ye

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Rûsya Vladimir Putin Çekên Nukleerî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn got ku Rûsya ji aliyê teknîkî ve ji bo şerekî nukleerî amade ye lê plana wê ya destpêkirina şerekî weha nîne.

Wî herwiha eşkere kir ku ew tu carî li bikaranîna çekên nukleerî di şerê li Ukraynayê de nefikiriye, çekên nukleerî yên taktîkî jî di nav de.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn di hevpeyvînekê de li gel kanaleke televizyonî ya Rûsî got ku Rûsya ji aliyê leşkerî-teknîkî ve ji bo şerekî nukleerî amade ye.

Di heman demê de, Serokê Rûsyayê destnîşan kir ku ew bawer nake ku bi niha pêwîstiya wan bi vê yekê hebe.

“Mûşekên me yên nukleer di amadebaşiyê de ne”

Putîn li ser pirsa “Gelo Rûsya bi rastî ji bo şerekî nukleerî amade ye yan na?" wiha got:

“Ji aliyê leşkerî-teknîkî ve em helbet amade ne. Mûşekên me yên nukleer timî di amadebaşiyê de ne.”

Li ser mijara çekên nukleer yên taktîkî jî Serokê Rûsyayê tekez kir ku ti carî hewcedarî bi karanîna wan çekên navokî di dema operasyona taybet a li Ukraynayê de nebûye.

Putîn di bersiva pirsa zelalkirinê ku "Gelo ev tê wê wateyê ku ramaneke wiha qet nehatiye hişê wî," got, "Na. Ma çima?"

“Em dê ji bo serwerî û serxwebûna xwe her çekê bi kar bînin”

Putîn di dirêjahiya axaftina xwe de got:

“Prensîbên me yên taybet hene ku li gorî wan em amade ne her çekekê bi kar bînin, di nav ya ku we behs kir jî ku mijara gotinê man û nemana dewleta Rûsyayê û gihandina ziyanê li serwerî û serxwebûna me be.

Me her tişt di stratejiya xwe de nivîsandiye û me ew neguherandiye."

Serokê Rûsyayê herwiha bi bîr xist ku Amerîka jî îro hêzên xwe yên nukleerî bi pêş dixe lê ev nayê wê wateyê ku ew amade ne şer bidin destpêkirin.

Li gorî Putîn, eger Amerîka dest bi ceribandinên nukleerî bike, Rûsya jî dê heman tiştî bike.

Putîn li ser mijara hebûna hêzên rojavayî li Ukraynayê jî amaje bi wê yekê kir ku eger Amerîka biryarê bide hêzên xwe bişîne wê derê, Rûsya dê pêngaveke wiha wekî ketina hêzên Amerîkayê ya nav axa Rûsyayê, wekî destwerdanekê binirxîne.

"Joe Biden nûnerê ekola siyasî ya kevneşopî ye"

Pûtîn di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Serokê Amerîkayê Joe Biden nûnerê ekola siyasî ya kevneşopî ye û ev yek tê piştrastkirin.

Ji xeynî Biden, gelek pisporên din jî hene di warê têkiliyên Rûsya-Amerîkî de û di warê ragirtina stratejîk de.

Ji ber vê yekê, ez nafikirim ku li vir her tişt ew qasî bi lezûbez e lê em ji bo wê amade ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst