Li Çînê teqîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Hebeiyê ya Çînê li restoranekê teqînekê rû da, kesek mir û 22 kes jî birîndar in.

Teqînê li bajarê Sanheyê rû daye ku 80 kîlometreyî dûrî Pekînê ye.

Li gorî nûçeya CCTV Newsê, gelek xisar gihaye otomobîlên li derdorê.

CCTV Newsê da zanîn, guman tê kirin ku teqînê ji ber fişara zêde ya gazê rû dabe.

Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê birîndar veguhastine nexweşxayê.

Li hêla din, CCTV Newsê diyar kir ku teqîn li restoraneke mirîşkên sorkirî çêbûye.